Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş a ku di encama êrişên rejîma Îranê de şehîd bû bi girseyî hat ziyaretkirin.

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan) a ku di 28’ê Hezîranê de di êrişa rejîma Îranê de şehîd bû bi girseyî hat ziyaretkirin. Di sersaxiya li gundê Çorsên ê navçeya Tetwan a Bedlîsê li mala malbatê hat danîn bi domdarî dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, merasîma rêzgirtinê hat lidarxistin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan anî ziman ku gelê Kurd bi salan e berdêlên giran didin û wiha axivî: “Bi hezaran ciwanên Kurd axa xwe parast. Wek her car em îro jî sozê didin wan. Em ê ked û rêya şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê rêya wan bişopînin.”
 
Bav Velyeddîn Akbaş û dayik Salîha Akbaş jî anîn ziman ku Zarîn Akbaş ne ciwana ewil û a nû ye û ev tişt gotin: “Arjîn ne tenê zaroka me ye, ya hemû gelê Kurd e. Bila serê gelê Kurd û Serokê me sax be.”
 
Wê sersaxiya Zarîn Akbaş 3 rojan berdewam bike.