Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li navçeya Akrê ya Dihokê 2 drone hatin xistin.
Li navçeya Akrê ya Dihokê 2 drone hatin xistin.
Rêveberê nehiya Bicilê ya navçeya Akrê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê Beşar Mihemed got, 2 droneyên ku li ser nehiyê digeriyan hatin xistin.
Beşar Mihemed anî ziman ku drone ji aliyê balafirên şer ve hatin xistin û ti zerarê rû neda.
Nehate tespîtkirin bê droneyên hatine xistin ên kîjan welatî yan jî koma çekdar e û bi çi armancê li ser herêmê digeriyan.