Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

Girtiyê nexweşê giran Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hat berdan û li bajarê xwe Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Çerçel serdana gorên dayik û bavê xwe kir û gul danîn goran.

Girtiyê nexweşê giran Yilmaz Çerçel ku 33 salan di girtîgehê de ma, di 4’ê Hezîranê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Eskîşehîrê hat berdan. Çerçel vegeriya bajarê xwe Amedê. Di çarçoveya bernameya pêşwazîkirinê ya ji aliyê Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ve hat organîzekirin de girseyeke mezin li Balafirgeha Diyarbekirê kom bû.

Malbata Çerçel, hevalên wî yên têkoşînê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî pêşwazîkirinê bûn. Di pêşwazîkirinê de dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanê" hat berzkirin.

Çerçel li vir bi kurtasî axivî û got, "Dema ku ez ketim hundir, serdema şer bû. Ez hêvî dikim ku ev rojên ku ez derdikevim jî wê bibe serdema aştiyê."

SERDANA GORA DAYIK Û BAVÊ XWE KIR

Piştî pêşwaziyê, Çerçel û hevalên wî bi karwanekê ber bi navçeya Bismil a Amedê ve bi rê kertin. Çerçel beriya ku biçe malê, serdana gorên bavê xwe Mehmet Alî Çerçel, ku di sala 1996’an de koça dawî kir û dayika xwe Zekiye Çerçel ku di sala 2011’an de koça dawî kir ên li Goristana Sanayiyê kir.

Çerçel gul danîn ser gorên dayik û bavê xwe, li wir dua xwend û piştre bi hevalên xwe re çû malê.

YILMAZ ÇERÇEL KÎ YE?

Yilmaz Çerçel di 17’ê Adara 1993’yan de li Amedê hat girtin. Çerçel ê ku li girtîgehên Amed, Bartin û Eskîşehîrê hat girtin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, cezayê wî di navbera salên 2004 û 2006’an de hat taloqkirin.

Piştre Çerçel dîsa hat girtin û di navbera salên 2008 û 2012’an de li Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Bakirkoyê hat dermankirin. Çerçel ê ku nikare destê xwe yê çepê bikar bîne, ji ber ku ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nekir berdana wî şeş caran hat taloqkirin . Piştî îtîraza Çerçel a li dijî taloqkirina wî hat qebûlkirin, di 4’ê Hezîranê de hat berdan.