Desteya Giştî ya KNK’ê didome
24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê bi axaftin û xwendina peyaman didome.
24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê bi axaftin û xwendina peyaman didome.
Desteya Giştî ya KNK’ê bi axaftinên nûnerên her çar beşên Kurdistanê û gelên din berdewam dike.
Prof. Dr. Naile Belouc, li ser navê gelê Belûcan axivî û têkoşîna 27 salan a KNK’ê silav kir. Belouc, diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî û xwerêveberiyê girîng e û got ku hevgirtina di navbera Kurdan û gelên din de hêviya aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn xurt dike.
Belouc, diyar kir ku gelê Belûc li Îran û Pakistanê bi binpêkirinên mafên mirovan ên cidî re rû bi rû ye û destnîşan kir ku ew ê tevî hemû zextan jî têkoşînê bidomînin.
SALAR: YEKÎTIYA NETEWEYÎ GIRÎNG E
Berpirsê Karûbarên Derve yê YNK’ê Salar Mahmud, got ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan pir girîng e. Mahmud, diyar kir ku nebûna yekîtiyê li hember pêşketinên li Rojhilata Navîn dê pirsgirêkên cidî biafirîne û destnîşan kir ku pêwîstiya bi hev re tevgerînê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de heye.
Mehmud, diyar kir ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û pêşketinên li Rojava ji bo hemû Kurdan girîng in û got ku ji bo parastina destkeftiyan helwesteke hevpar pêwîst e.
GADANÎ: DIVÊ EM DI STRATEJIYEKE HEVPAR DE BIBIN YEK
Nûnerê PDK-Îran Kwestan Gadanî, jî anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd li erdnîgariyeke fireh belav bûye. Gadanî, diyar kir ku divê Kurd di qonaxa nû de di bin stratejiyeke hevpar de bibin yek û banga yekîtiyê di navbera partiyên siyasî de kir.
Gadanî, da xuyakirin ku Kurd dê an destkeftiyên xwe bi yekbûna li dora yekîtiya neteweyî xurt bikin an jî dê bi xetereyan re rû bi rû bimînin.
OMER: YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊWÎSTIYEKE LEZGÎN E
Nûnerê Rêveberiya Rojava ya li Ewropayê Dr. Abdulkerîm Omar, jî got ku gelê Kurd di qonaxeke krîtîk re derbas dibe. Omer, bal kişand ser pêşketinên li Iraq û Rojava û diyar kir ku rojeva sereke ya civînê divê pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd be.
Omer, anî ziman ku divê yekîtiya neteweyî bi lez were pêkanîn da ku pêşî li windahiyên din ên Kurdan were girtin û berxwedana Rojava silav kir.