Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî çalakiyên xwe yên ji bo aqûbeta windayan û darizandina kiryaran berdewam kirin.
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî çalakiyên xwe yên ji bo aqûbeta windayan û darizandina kiryaran berdewam kirin.
AMED: Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 902'yan de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin û aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên ku di 7'ê Hezîrana 1995'an de, piştî ku li Deriyê Çiyê yê Amedê hatin binçavkirin û pişt reagahî ji wan nehate girtin hate pirsîn. Parazvanên mafên mirovan, malbatên windakiriyan, Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk, endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
ÊLIH: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 740'emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ku di sala 1994'an de li gundê Şaklat ê navçeya Karazê ya Amedê di bin çavan de hatibûn windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin û qetilkirin hildan. Rêveberê ÎHD'ê Metîn Nas çîroka Salih Çalik û Sînan Fîdan xwend.
RIHA: Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" 76'emîn çalakiya xwe ya heftane li dar xist û daxwaza bersivên der barê çarenûsa siyasetmedarên Kurd Muhsin Melik û Mehmet Ayyildiz kir. Çalakvanên mafên mirovan, malbata Muhsin Melik û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.
COLEMÊRG: Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê civîneke çapemeniyê li dar xist, bi boneya hefteya 230'emîn a çalakiyên xwe. Pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de Yasemîn Baran, neviya karsazê Kurd ê kuştî Hacî Karay, çîroka revandin û kuştina Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay ên di 3'yê Hezîrana 1994'an de hatin revandin û qetilkirin vegot û daxwaza edaletê kir.
Civîna çapemeniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.