Îranê jinek û birayê wê binçav kir
Li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê jinek Kurd li gel birayê xwe, ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin.
Li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê jinek Kurd li gel birayê xwe, ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, têkildarî revandina jinek û birayê wê yên li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê, agahiyên nû parve kirin.
Li gorî çavkaniyê danê siharê, îstîxbarata Îranê (Îtîlaat) di yek wext de bi ser xaniyên Kejal Rehmanî û Daniyal Rehmanî yên li bajarê Kamyaranê de girtin.
Hêzên rejîmê piştî şkandina deriyê xaniyên wan û bêyî nîşandana tu biryareke dadgehê, her du xwişk û birayên Kurd revandin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.
Her wiha hate destnîşankirin Kejal Rehmanî çalakvana sivîle û di salên borî de gelek caran ji aliyê Wezareta Îtîlaatê ve li Kamyaran û Sineyê hatiye gazîkirin û lêpirsîn li gel hatiye kirin.
Kejal di Nexweşxaneya Sîna ya li Kamyaranê de wekî hemşîre (perestar) kar dikir, lê belê di payîza sala 2019’an de ji ber zextên Wezareta Îtîlaatê ji karê xwe hatibû avêtin.