BI DÎMEN

Hîna jî çemê Firatê bilind e û cihê metirsiyê ye

Çemê dîrokî û stratêjîk ê Kurdistanê, Firat e. Piştî salên dirêj qutbûna ava Firatê, îsal bi rêjeyekî gelekî bilind rabûye.

ÇEMÊ FIRAT

Çemê Firatê digel Çemê Dîcleyê, yek ji du çemên dîrokî û stratejîk ên herî girîng ên Rojhilata Navîn e. Ev çem ne tenê çavkaniyek avê ye, lê di heman demê de şahidê şaristaniyên herî kevn ên cîhanê ye û ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke jiyanî û neteweyî ye. Firat, wek "çemê jiyanê" tê nasîn.

Çemê Firatê ku ew li Bakurê Kurdistanê ji du çemên sereke pêk tê. Çemê Miradê Dirêjahiya wî 722 km ye. Ji bakurê Gola Wanê, li herêma Agiriyê, derdikeve û ber bi rojava ve diherike. Çemê Avareş ji çiyayên Xinûsê derdikeve û 450 km dirêj e. Her du çem li nêzîkî navçeya Kebanê ya ser bi Xarpêtê (Elezîz) ve bi hev re dibin yek û çemê Firatê pêk tînin.

Piştî ku Firat li Xarpêtê pêk tê, ew ber bi başûr-rojava ve diherike, di nav geliyên Elezîz, Meletî, Amed, Semsûr û Rihayê re derbas dibe. Piştre dikeve deşta Dîlokê, li navbera Tilbişarê û Harranê de û dikeve Rojavayê Kurdistanê. Li Sûriyê, Firat di nava deştan de ber bi başûr ve diherike, piştre jî derbasî sînorê Sûriyê dibe. Piştî ku derbasî axa Sûriyê dibe, ew ber bi Başûrê Kurdistanê re diçe û li wir bi Çemê Dîcleyê re dibe yek û dikeve Kendava Farsê.

Tê texmînkirin ku Çemê Firatê dawîn nêzîkî 388.000 km² heta 579.314 km² destnîşan dikin. Li gorî pîvanên Daoudy û Frenken, rêjeya Bakurê Kurdistanê ji sedî 28, rêjeya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji sedî 17 û rêjeya Iraqê ji sedî 40 e.

Herikîna avê ya Firatê di salên borî de gelek guheriye. Di sala 1963’yan de herikîna salane 42,7 kîlometre kûp hatibû tomarkirin. Piştî sala 1990’an, bi çêkirina bendavan, rêjeya navînî ya li Hîtê (Sûriye) daketiye 11,2 kîlometre kûp di salê de. Lûtkeya herikînê beriya 1990’an 7.5

Li Sûriyê sê çemên sereke dikevin nav Firatê; Sacir, Belîx û Xabûr.

Sacir: Ji nêzîkî Dîlokê derdikeve û ber bi Bendava Tişrînê ve diherike. Belîx: Piraniya ava xwe ji kaniyeke karstîk li nêzîkî Serê Kaniyê werdigire. Xabûr: Ji van her sêyan çemê herî mezin e, ku çavkaniyên wê yên karstîk li derdora Serê Kaniyê ne. Dirêjahiya Xabûrê 486 km ye. Devera Xabûrê di dîrokê de bûye warê gelek şaristaniyên kevnar.

Firat û Dîcle her du çemên ku axa Mezopotamyayê diyar dikin. Peyva "Mezopotamya" ji Yewnaniya kevn tê û wateya wê "di navbera çeman de" ye. Mezopotamya wek "dergûşa şaristaniyê" tê nasîn, ji ber ku li vir yekem car gelek pêşketinên mirovahiyê pêk hatine; Çandina berhemên genim ên pêşîn (revolûsyona neolîtîk ji dora 10.000 BZ ve), pêşketina nivîsê (nivîsa mîxî), bîrkarî, stêrnasî (astronomî).

Gelek şaristaniyên mezin li peravên Firatê hatin avakirin. Sumeriyan (Sumer): Yekem şaristaniya li Mezopotamyayê. Akadiyan (Akkad): Xanedaniyek semîtîk ku piştî Sumeriyan hatin. Mîtanî (Mitanni): Li herêma Xabûrê (bakurê rojhilatê Sûriyeyê) împaratoriyeke mezin ava kirin. Babil û Asûr: Şaristaniyên paşerojê yên li ser her du çeman.

Lê heta niha jî Firat xwediyê wê dîrokê û taybetmendiyê ye ku bûye cihê vejînbûnê, ew bi xwe bûye çavkaniya hilberînê ya ji bo jiyana bi milyonan însanan. Lê di salên dawî de ev yek hatiye guhertin û qutbûna avê dibe sedema ku êdî cotkar jî rastî erdên xwe yên zûha werin.

Piştî salên dirêj ên qutbûna avê li ser Rojavayê Kurdistanê, ew qutbûn bi xwe re gelek aliyên neyînî jî dan avakirin ku bi xwe re rewşa gel, aliyê aborî û di heman demê de jî ji bo bendavên herêmê jî kete krîzekê. Aliyên aborî û axên çandiniyê yên li ber çemê Firatê, ew jî pê re hişk û zûha bûn.

Piştî salên dirêj ên qutbûnê, tam çemê Firatê ber bi zûhabûnê ve diçû. Îsal rêjeya avê bi awayekî bilind rabû, bilindbûna ji nişkê ve, bû sedem ku gelek axên çandiniyê, malên xelkê û gelek cihên din binav bibin. Li Kobanê jî hejmareke ji axên çandiniyê yên gel binav bûne.

Sala 2021’an bû destpêka qutbûna beşî yê avê. Di salên 2022, 2023, 2024 û 2025’an de bi temamî ava çemê Firatê li ser Rojavayê Kurdistanê qut bû. Di encamê de hem enerjî û hem jî av li ser herêmê qut bû. Ji ber ku çemê Firatê ji bo enerjî, aborî û ji bo jiyanê bingeh e, ew jî ji ber qutbûna wê herdû bendavên sereke yê Tişrîn û Tebqayê di astên herî kêm de di devên deriyê re jî heta derbas nedibû ango av li bendavê nediçû û weke çemekî gelekî kêm derbas dibû. Ew bû sedem ku seetên dirêj kehrebe li ser herêmê bihata qutkirin û av bi awayekî gelekî kêm dihat.

Di heman demê de jî ji ber bilindbûna avê, li bajarên weke Dêrezorê û Reqayê, hejmarek ji gund û erdên çandiniyê, di heman demê de jî hejmarek ji xelkên li wir jiyan dikin, ji ber avê xeniqîn e û jiyana xwe ji dest dan e.

Çemê Firatê (2,800 km) ku ji deverên cuda cuda yên bakurê Kurdistanê dertê, ya herî girîng kanî û golên Çewligê û deştên nêzîkî sînorê Ermenîstanê ne, bi dirêjahiya 600 km çem derbasî axa Sûriyê dibe, piştî ji derbasî xaka Iraqê dibe û li nêzî bajarê Besrayê dikeve nava çemê Dîcle, piştî 1,100 km derbasî nava loristana Ereban a Besrayê dibe.

Kalemêrê ji Kobanê yê bi navê Elî Şêx Mihemed ê ji gundê Dûzê ku dikeve rojavayê bajarê Kobanê û di encama bilindbûna rêjeya avê de, beşek ji erdên wî yên çandiniyê ketiye bin avê, dibêje: “Ev demeke av rêjeyeke mezin bilind bûye, di encamê de beşeke mezin gihîşt erdên çandiniyê, yê min erdê min ê çandiniyê 5 donim çû, yên cîranên me jî heta bi 5 şimbil erdên wan ketin bin avê.”

Elî dibêje aliyê gundê wan di xeteriyê de ye û got: “Gundê me û gundên cîranên me hemû di xeteriyê de ne û em bi tirs radizin, bilindbûna avê ger bigihije 26 metre, dê gundê me jî bi temamî ji holê rabe û binav bibe. Niha piştî bilindbûna rêjeyekê ji avê, piştî zûhabûna ewqasî sal, îsal rêjeya avê ji nişka ve bilind bû û ew jî bû encam ku li bajarê Sûrî bi dehan kes bixeniqin.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji ber bilindbûna çemê Firatê keça ji gundê Boraz a bi navê Tolîn Beko ya bi temenê 2 sal û 3 mehan di çemê Firatê de dixeniqe û jiyana xwe ji dest dide. Ne tenê li Kobanê lê li bajarên weke Reqa û Dêrezorê jî ji ber bilindbûna rêjeya avê, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û di ava Firatê de xeniqîn e.