Li Belçîkayê mamoste di gerevê de ne: Rageşî heye

Li Bruksel a paytextê Belçîkayê zêdetirî hezar kesên ku tedbîrên teserifê yên Hikûmeta Civaka Fransî ya di qada perwerdeyê de plan dike, protesto dikin li pêşiya Stasyona Navendî kom bûn. Di çalakiyê de rageşî çêbûn û ji herêmê re polîs û ekîbên agirkujiy

Ji hezaran zêdetirî xwepêşanderên li pêşiya Stasyona Navendî ya Brukselê li hev civiyan ku piraniya wan ji ciwanan pêk tê, nerazîbûnên xwe nîşanî reforma tê plankirin û kêmkirina budceya di warê perwerdeyê de ya Hikûmeta Civaka Fransî dan.

Di dema protestoyan de hin xwepêşanderan berîyerên bisikletan û hin amûrên din dan ber agir û fîşekên hewayî jî hatin bikaranîn. Polîs û ekîbên agirkujiyê jî berê xwedan cihê bûyerê û mudaxele kirin.

MAMOSTE Û XWENDEKAR DI GREVÊ DE NE

Protesto, li hemberî plana teserifa têkildarî budceya perwerdeyê ya hikûmeta MR-Engages hatin lidarxistin. Li gel banga sendîkayên mamosteyan gelek xebatkarên perwerdeyê çûne grevê û hate ragihandin ku li Bruksel û bajarên din hin dibistîn navber dane perwerdeyê û girtî ne.

Xwendekarên zanîngehê jî beşdarî xwepêşandanan bûn. Xwendekaran dan zanîn ku ew li dijî zêdekirina buhayê xercan in.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ PAKÊTA TESERIFÊ

Bernameya teserifê ya pirsalî ali aliyê hikûmet ve hate amadekirin, armanc dike ku kêmasiya budceya di Civaka Fransî de kêm bike. Di çarçoveya plana berbehs de tê derpêşkirin ku barê mamosteyan ji sedî 10 were zêdekirin, derstûrên ji bo nexweşiyê tên dayîn werin kêmkirin û têkildarî mafên dawiya karîyerê guherîn werin kirin.

Partiyên muxalefetê û sendîkayên perwerdeyê diyar dikin ku sererastkirinên berbehs wê pergala perwerdeyê lawaz bikin û daxwaza betalkirina wan dikin.