Balafirên Rûsyayê ya bombabaranê, tesîsên petrolê û binesaziya enerjiyê hedef hatin girtin

Ukraynayê, piştrast kir ku wan li baregeha hewayî ya Engels-2 a li herêma Saratov a Rûsyayê, zirareke mezin daye balafireke bombabaranê ya stratejîk a cureyê Tu-95 û tankerek, sê depoyên petrolê û gelek tesîsên binesaziya enerjiyê yên Rûsyayê xistine.

Ukraynayê ragihand ku wan li baregeha Engels-2 a li herêma Saratov a Rûsyayê, balafireke bombabaranê ya stratejîk a cureyê Tu-95 bi giranî ruxandine. Dîmenên peykê jî nîşan didin ku dûvê balafirê bi temamî parçe bûye. Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê (SBU) berpirsyariya vê êrîşê girt ser xwe.

TANKER Û DEPOYÊN PETROLÊ HATIN HEDEF GIRTIN

SBU’yê eşkere kir ku wan li Deryaya Reş bi dronên deryayî li tankereke petrolê ya Rûsyayê xistiye. Her wiha li herêma Stavropolê jî sê depoyên petrolê yên Rûsyayê hatin gulebaran kirin.

ÊRÎŞÊN LI SER BINESAZIYA ENERJIYÊ Û KEŞTIYAN

Fermandariya Ukraynayê, diyar kir ku di şeva Şemiyê de 13 trafoyên elektrîkê û çar gemiyên Rûsyayê hatine hedefgirtin. Di van êrîşan de zirar gihîşt tesîsên enerjiyê yên li Kirimê û herêmên din. Ukraynayê, da zanîn ku ji destpêka meha Tîrmehê ve wan li 176 gemî û 96 tesîsên enerjiyê yên Rûsyayê xistiye û hat gotin ku ev operasyon dê berdewam bikin.