Li Şîliyê ji ber bahozê 10 kes mirin, zêdeyî 100 hezar kes asê man
Ji ber bahoza li bakurê Şîliyê herî kêm 10 kes mirin, 4 kes winda bûn. Lehî û hezazê jî rê xitimandin û zêdeyî 100 hezar kes asê hiştin.
Ji ber bahoza li bakurê Şîliyê herî kêm 10 kes mirin, 4 kes winda bûn. Lehî û hezazê jî rê xitimandin û zêdeyî 100 hezar kes asê hiştin.
Bahoza ku 15'ê Tîrmehê destpê kir û bi taybetî bandor li herêmên Coquimbo û Atacama kir, li Şîliyê bû sedema hilweşîneke mezin. Servîsa Rewşa Lezgîn a Neteweyî (Senapred) ragihand ku ji ber felaketê herî kêm 10 kes mirin, 4 kes winda bûn û 17 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku afetê bandoreke yekser li nêzî 2 hezar û 400 kesî kiriye û 2 hezar û 200 xanî jî ya hilweşiyan an jî xisar lê bû.
Barana zêde kir ku çem bifûrin, lewma rêya gelek herêman hate girtin. Ji ber ku têkilî bi gelek gund û navçeyan qut bû, zêdeyî 100 hezar kes asê man.
Li bejahiya Coquimboyê ku bi 460 kîlometreyî li bakurê Santiagoyê ye, artêşê ji bo rizgarkirina mirovan traktor bi kar anîn. Hin welatî jî derketin ser banê xaniyê xwe û bi helîkopteran hatin veguhestin.
Serokdewletê Şîliyê José Antonio Kast li hin herêmên li bakurê welêt rewşa afetê ragihand.
Li Coquimbayê lehî, hezaz û birîna elektrîkê bandoreke neyînî li peydakirina avê kir.
Li gorî Wezîrê Karên Hundir Máximo Pavez li hin herêman barana ku mehekê dibariya di nava saetekê bariya.