BI DÎMEN

Li Torontoyê çalakiya Berxwedana 14'ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava

Li bajarê Toronto yê Kanadayê pêşengên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan û Sakîne Cansiz (Sara) hatin bîranîn. Şoreşa Rojava jî di salvegera 14'emîn de bi coş hate silavkirin.

Bîranîn bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Kurd a Kanadayê li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Kanadayê hate lidarxistin.

Wêneyên pêşengên berxwedana 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, Alî Haydar Kaytan, Sakîne Cansiz (Sara) û Rêber Apo li salonê hate daliqandin.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.

Piştre Hevserokê NCDK'ê Kadrî Ertûgrûl axivî û anî ziman ku berxwedana 14'ê Tîrmehê îradeyeke gel bû ku li Zindana Amedê rûmeta mirovahiyê parast.

Di çalakiyê de her wiha hate ragihandin ku Şoreşa Rojava encameke ji danheviya civakî û îdeolojîk a salên dûr û dirêj e.

Ertûgrûl got, "Şoreşa Rojava hêviyeke nû ji mirovahiyê re hişt ku bi pêşengiya jin û ciwanan pêk hat û li dijî paşverûtî, faşîzm û barbariyê bû keleheke berxwedanê."

Çalakiyê bi banga dilsoziya bi armancên şehîdan û mezinkirina têkoşîna azadiyê bi dawî bû.