Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin
Li gorî KCDP’ê di nava mehekî de 16 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 33 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî KCDP’ê di nava mehekî de 16 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 33 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora Gulana 2026’an eşkere kir. Li gorî raporê 16 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 33 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de cih ji bo hirûgiliyên derbarê qetilkirina 16 jinan a di meha Gulanê de hate dayîn û hate diyarkirin ku 9 jin bi çek, 3 bi amûrê birînê, 2 bi derbê, 1 bi xeniqandinê û 1 jî bi şewitandinê hatine qetilkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku ji sedî 31’ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicîbûn hatine qetilkirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku 5 jin di mala xwe de, 3 di kolanan de, 2 li cihekî tenha, 1 li erebe û 1 jî di qada şantiyê de hatine qetilkirin. Nehate diyarkirin ku 4 jinên din li ku derê hatine qetilkirin.