Parêzgarê Hesekê li ser 'vegerê' bi Parêzgarê Reqayê re hevdîtin kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selama re li ser dosya vegera koçberên ji Reqayê hevdîtin kir.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandeya pê re ku fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl pêk tê li Reqayê ne.

Şande di van kêliyan de bi parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selama û hejmarek rûspiyên Reqayê re civiya ye.

Li gorî ajansa ANHA'yê, serdana bi armanca nîqaşkirina rewşa giştî ya Kurdên li Reqayê, rêbazên xurtkirina ewlehiya herêmê, her wiha peydakirina mercên guncaw ji bo vegera zêdetirî 2 hezar malbatên Kurd ên koçber ên ji Reqayê li warê xwe hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, Wê ji bo şopandina dosyaya vegera koçberan komîteyek were avakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku  di encama êrişên destpêka îsal ên li ser herêmê de hejmarek zêde ya malbatên ji Reqayê koçî Cizîrê û Kobanê kirin.