Li Şamê şewat: Xisar li gelek kargehan bû

Li taxa El Zebletan a Şamê, agir bi qadeke nêzî bazarê ket. Xisara madî li gelek qadên kar bû.

Li taxa El Zebletan a paytexta Sûriye Şamê, serê sibehê agir bi qadeke bazirganiyê ya li nêzî Xeraja Saydnaya ket.

Di demeke kurt de agir bi gelek kargehan ket û xisareke madî li herêmê bû.

Bi destwerdana tîmên arkujiyê re şewat hate kontrolkirin. Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehat.

Hate ragihandin ku lêkolîna li ser sedema şewatê dewam dike.