Li Şamê li pêşiya Parlemantoyê çalakiya “Qanûn û Rûmet”
Li bajarê Şamê, li ber avahiya Parlemantoya Sûriyeyê li Şamê, bi druşmeya "Qanûn û Rûmet" de çalakiyek hat lidarxistin
Li bajarê Şamê, li ber avahiya Parlemantoya Sûriyeyê li Şamê, bi druşmeya "Qanûn û Rûmet" de çalakiyek hat lidarxistin
Li paytexta Sûriye Şamê hejmarek welatî, di nav de rewşenbîr û çalakvanên civaka sivîl, beşdarî çalakiya "Qanûn û Rûmet" li ber avahiya Parlementoya Sûriyeyê li Şamê bûn û daxwaza çesipandina serweriya qanûnê û bidawîanîna gendeliyê kirin.
Beşdaran pankartên ku daxwaza tewanberkirina zimanê mezhebî û hesabpirsîna kesên berpirsiyarê gendeliyê û binpêkirina mafên mirovan dikirin, bilind kirin. Çalakvanan her wiha bal kişandin ser girîngiya baştirkirina şert û mercên jiyanê û çareserkirina êşên xizan û koçberan.
çalakvanan bal kişandin ser daxwazên têkildarî têkoşîna li dijî gendelî û ji karderxistinên keyfî, û bidestxistina edaleta veguhêz.