Li Amed û Wanê jinan nerazîbûn nîşanî gotinên Rahmî Koç dan

Nûnerên civaka sivîl û rêxistinên jinan ên li Amed û Wanê bi daxuyaniyan gotinên Rahmî Koç ên li hemberî jinên Kurd şermezar kirin. Di çalakiyan de bang li Rahmî Koç kir ku li pêşberî raya giştî lêborînê bixwaze.

Nerazîbûna li hemberî Rahmî Koç a ji ber gotinên wî yên li hemberî jinên Kurd, dewam dike. Li Amed û Wanê did axuyaniyan de nûnerên civaka sivîl û rêxistinên jinan, gotinên Rahmî Koç şermezar kirin.

Li Amedê Meclîsa Dayikên Aştiyê li Parka Koşûyolûyê daxuyanî da û diyar kir ku gotinên cihêkar ên li hemberî nasnameyên etnîkî û jinan, nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, biçûkxistina jinan an jî henekpêkirina li jinan nabe ku weke azadiya fikrî yan jî mîzahê bê dîtin.

Li Wanê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a KESK'ê li ber avahiya baroyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gotinên Rahmî Koç divê weke bûyereke yekane neyê dîtin û hedefnîşandana jinan bi taybetî jî jinên Kurd hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de hate gotin, daxuyaniya lêborînê ya ku Rahmî Koç weşand têrê nake û bang hate kirin ku bi rengekî eşkere lêborînê ji jinên Kurd bixwaze.

Rêxistinên jinan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li hemberî gotinên cihêkar û zayendîperest dewam bikin û daxwaza ji bo aştiya civakî, wekhevî û mafên jinan dubare kirin.