BI DÎMEN

Omer Ocalan: Divê gel bi xwe rêxistinkirina cewherî re, bibin hîmê sereke ya pêvajoyê

Parlamenter Omer Ocalan, di civîna li Montpellierê de diyar kir ku Kurd di aliyê siyasî de li Rojhilata Navîn bûne hîmê sereke û got ku divê pêvajoya ji nû ve avakirinê bi tevlîbûna hemû aliyên civakê were birêve birin.

Li bajarê Montpellierê yê Fransa, bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê yê Riha Omer Ocalan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî civînê bûn.

Omer Ocalan, di axaftina xwe de li ser guherînên ku li Rojhilata Navîn pêk tên û rola gelê Kurd axivî. Ocalan, got ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn ne qurban in, bûne hêzeke siyasî û aktorek bingehîn.

Ocalan, diyar kir ku avakirina pêvajoya nû, divê ne tenê ji aliyê kesek an saziyekê ve were meşandin û got ku divê hemû aliyên civakê beşdar bibin.

Ocalan, bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo yên derbarê Kurdistan û Rojhilata Navîn de û got ku herêm di pêvajoyeke nû ya avakirinê de ye.

Ocalan got, Gel divê bi rêxistinbûna xwe re bibe bingeha vê pêvajoyê. Gelek ku ne rêxistinkirî û lawaz be, ne pêkane ku were berçavgirtin.”

Di civînê de beşdaran jî li ser pêvajoya nû, şêweyên rêxistinê û karûbarê civakî fikir, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di dawiyê de hate xwestin ku rêxistina komunal bêtir were xurtkirin, pêvajoya nû ya avakirinê bi beşdariya gel were meşandin û şertên nîqaşê yên firehtir bi gel re werin afirandin.