Li paytexta Belçîka, Brukselê piştî protestoyên xwendekar û mamosteyan, hin dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal belav bûne teşkîlata polîsan kir hedefa nîqaşan.
Di wêne û dîmenên hatine parvekirin de hate tespîtkirin ku hin polîsan di dema wezîfeyê de liv û tevgerên neguncaw raber kirine, heqaret li xwepêşanderan kirine û sembolên qedexe hilgirtine.
Di dîmenan de xuya dike ku polîsekî sembola “Deus Vult” (Xwedê wiha dixwaze) hilgirtiye ku ev sembol bal dikêşe ser Seferên Bi Xaç û di derdorên rastgirên tund de tê bikaranîn. Di dîmenek din de jî tê dîtin ku polîsek di dema wezîfeyê de puro divexwe.
Berdevkê Şaredarê Brukselê Philippe Close daxuyanî da rojnameya Le Soir û ragihand ku ev nayê qebûlkirin, wê lêpirsîn were vekirin.
Berdevk got, “Ev nayê qebûlkirin. Wê lêpirsînek were destpêkirin. Sembola navborî qedexe ye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesê puro divexwe jî, ne polîsê herêmî ye, endamê polîsên federal e.