Jinan polîtîkayên 'şerê taybet' li Dersimê şermezar kirin

Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye û Platforma Jinan a Dersimê bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li dijî jinan û xwendekaran û polîtîkayên bêcezahiştinê. Hate xwestin ku sûcên li hemberî jinan bên ronîkirin û berpirsyar bên darizandin.

Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye û Platforma Jinan a Dersimê li Qada Seyîd Riza daxuyanî dan çapemeniyê û polîtîkayên “şerê taybet” protesto kirin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku lêpirsînên derbarê Gulistan Doku, Rojwelat û Rojîn bi rengekî bi bandor bên meşandin û sûcên li hemberî jinan hatine kirin, bên ronîkirin.

Rêxistinên jinan îdîayên îstismar û tacîzê yên ku berê li derdora Zanîngeha Mûnzûrê ketine rojevê, bi bîr xist û diyar kir ku tevî sûcdariyên derbarê wezîfedarên civakî û akademîsyenan jî lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin û polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ewlehiya jinan were mîsogerkirin û ji bo astengkirina binpêkirina mafan, lêpirsînên serbixwe û zelal bên meşandin.

Rêxistinên jinan diyar kir ku sûcên li hemberî jinan divê neyên nixumandin û destnîşan kir ku ew ê piştevaniya ji bo jinan û xwendekarên li Dersimê bidomînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.