Ji bo gaziyan têkildarî çand û exlaqê şoreşgerî semînerek hat lidarxistin

Li Hesekê ji bo gaziyan bi sernavê çand û exlaqê şoreşgerî semînerek hat lidarxistin.

SEMÎNER

Semîner li Komîna Şehîd Hogir a Gaziyan a li Hesekê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê, destpê kir.

Di semînera ji aliyê gaziyê bi navê Egîd Efrîn ve hat rêvebirin de, behsa girîngiya çand û exlaqê şoreşgerî hat kirin.

Egîd Efrîn bal kişand ser zihniyeta dewletperestî û desthilatdariyên exlaq û çandê civakan binpê dikin û diyar kir ku timî di navbera civakên li ser esasê komînarbûnê xwedî li exlaq û çanda xwe derdiketin û hêzên desthilatdar de şerekî mezin hebû.

Egîd destnîşan kir ku bi têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de çand û exlaqê şoreşgerî yê bingehê civakbûnê ye derket ser rûyê erdê. Egîd da xuyakirin ku ji bo pirsgirêkên civakî bi dawî bibin, hewce ye ferd li ser bingehê çand û exlaqê şoreşgerî werin perwerdekirin. 

Semîner pirs û bersivan bi dawî bû.