Li Qamişloyê êrîşa çekdarî: Kesek jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn

Li bajarê Qamişloyê li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb di bûyereke gulebaranê de kesek mir û 2 kesên din jî birîndar bûn. Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.

Çend demjimêr berê li Qamişloyê li nêzîkî Kolana Munîr Hebîb a taxa Xerbî bûyerek gulebaranê qewimî, di encamê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ku ji ajansa me re axivî, di bûyera gulebaranê de ciwanek hatiye qetilkirin û 2 kesên din jî birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneyek li bajêr.

Sedemên bûyerê hîn jî nayên zanîn, ji ber ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîna xwe didomînin.