Omer Ocalan li Avignonê tevlî civîna gel bû
Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan di civîna gel a li bajarê Avignon ê Fransayê de, têkildarî pêvajoya aştiyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata navîn nirxandinan kir.
Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan di civîna gel a li bajarê Avignon ê Fransayê de, têkildarî pêvajoya aştiyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata navîn nirxandinan kir.
Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan tevlî civîna gel a li bajarê Avignon ê Fransayê hate lidarxistin bû û têkildarî rojevê nirxandinan kir. Civîn li Salona Espace le Mas Davon, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Omer Ocalan diyar kir ku ew di çarçoveya bernameya xwe ya li Fransayê de hevdîtinên gel ên cuda pêk tînin û anî ziman ku civîn ji bo agahdarkirina têkildarî pêvajoyê ye.
Ocalan bal kişand piştî pevçûna bi salên dirêj, avakirina aştiyê û diyar kir ku divê di vê pêvajoyê de hemû beşên civakê berpirsyariyê bigre.
Ocalan îşaret bi rola jin û ciwanan a di qada civakî û siyasî de û bal kişand xebatên ji nû ve avakirinê û sazîbûnê. Ocalan di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên ku Kurd di tevahiya dîrokê de rû bi rû man û diyar kir ku Kurd di geşedanên herêmî de bûne aktorekî girîng.
Ocalan bal kişand ser nîqaşên ku li ser medyaya dijîtal ji bo pêvajoyê têne meşandin û got ku divê hewldanên aştî û çareseriyê werin piştgirîkirin. Ocalan bilêv kir ku gavên ku Rêber Apo di demên dawî de avêtine, stratejîk in û anî ziman ku dibe ku di pêvajoya pêşiya me de bi heyeta dewletê re hevdîtinên nû werin kirin û gavên têkildarî vesererastkirinên qanûnî werin rojevê.
Civîn bi beşa bersivdana pirsên beşdaran bi dawî bû.