KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir

KJAR’ê her cûre destdirêjî û tundiya mêrsalarî ya li ser du zarokên keç ya li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî tundiya malbatekê ya li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.

KJAR’ê diyar kir ku di nava civakeke welê de dijîn ku her roja diçe destdirêjî û tundî ne tenê li hemberî jinan, belkû li hemberî zarokan û taybet ew zarokên ji jiyaneke asayî ya li jêr sîstema dewleta Komarî ya Îslamî ya Îranê de dijîn, zêdetir dibin. KJAR’ê got: “Li şûna ku zarokatiya xwe bijîn, dibin qurbaniyê tundiya malbat yan ji aliyê kesên derdor ve destdirêjî wan tê kirin.”

KJAR’ê bal kişand ser êşkenceya li du zarokên li Sine ji aliyê malbata wê ve hate kirin û got: “Ev êşkence bû sedem ku di vî temenê biçûk ya zarokatiya xwe de birîndar bibin û veguhezin nexweşxaneyê. Bi vî rengî nêzîkbûn a di vî temenî de rê li ber xirabûna derûnî vedike û siberojê encamên giran bi xwe re bîne.”

KJAR’ê wiha domand: “Em KJAR her cûre tundî û destdirêjiya li hemberî jin û zarokan şermezar dikin. Pirsgirêkên nava malbatê ne tenê pirsgirêkên kesî ne, belkû pirsgirêkên siyasî, civakî, reng û çanda sîstemekê çavkanî digire û her cûre binpêkirin li xwe digire. Ev yek çi mêrsalarî, çi jî çînatî û çi jî payebilind be.

Ji bo wê em pirsgirêkên xwe ne bi tundiyê, belkû bi rêya perwerde, rêxistin û avakirina meclisên dadperwerî ya herêmî ya hevpar dikarîn çareser bikîn. Bi rengekî kolektîf dijî ew hemû tundiyên seretayî bisekinîn.”