Civaka Kurd a Skoçyayê bi armanca şêwedana avaniya xwe ya serdema nû, 10’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlîbûneke zêde pêk anî. Delege ji herêmên cuda ên Kurdistanê û ji beşên civakî yên cuda tevlî kongreyê bûn û li ser bingeha “pergala komunê” ya ku rêxistinbûna cewher a demokratîk û tevlîbûner e, biryarên nû hatin girtin.
Kongre ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Pêşkeşiya vekirinê ji aliyê endama Komuna Dîplomasiyê ve hate kirin. Endama komunê bal kişand ser pêwîstiyên pêvajoya nû û girîngiya komunê di rêxistinbûna civakî de. Piştî pêşkêşiyê, ji bo rêveberina kongreyê heyeta dîwanê ya ji du jin û du mêran pêk tê, hate hilbijartin.
Di rojeva kongreyê de ewilî, peyamên piştevaniyê yên PÎR-DER, MLKP û Tevgera Jinan hate parvekirin. Piştre manîfestota serdema nû ya Civaka Kurd a Skoçyayê ji beşdaran re hate xwendin û erêkirin.
Axaftvanên ku di beşa nirxandinên siyasî de cih girtin, bal kişandin ser avaniya li ser jinû ciwan û civakî ya paradîgmaya Rêber Apo. Axaftvanan diyarkirin ku gelê Kurd ji pêvajoyeke krîtîk derbas dibe û anîn ziman ku divê li dijî geşedanên siyasî yên li herêmê têkoşîna birêxistinkirî were mezinkirin. Axaftvanan nirxandinên Kasim Engîn jî bi bîr xistin û banga xwedîderketina li dewlemendî û nirxên civakî yên herêmê hate kirin.
ZÊDEYÎ 10 KOMUN HATE AVAKIRIN
Piştî xwendin û nîqaşkirina rapora fealiyetê, derbasî avanîbûna nû ya ku xala rojeva sereke ya kongereyê bûn.
Di encama dengdanan de bi awayekî fermî avakirina zêdeyî 10 komunên nû ku li seranserê Skoçyayê fealiyetê bimeşîne, hate ragihandin. Nûnerên serdema nû ku di komunan de erk bigrin, bi rêbazên hilbijartinên demokratîk hatin diyarkirin. Di serdema nû de ji bo zêdekirina rêxistinbûna gel û bandorkirina xîzmetên civakî, biryarên hevpar hatin girtin.
Kongre bi dirûşmeyên dilsoziya armancên têkoşîna serdema nû bi dawî bû.