Meclîsa Jinan a Ronahî bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da

Meclîsa Jinan a Ronahî bertek nîşanî gotinên nîjadperest û zayendperest ên karsaz Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd da û bang kir ku bila Rahmî Koç lêborînê ji jinên Kurd bixwaze.

Meclîsa Jinan a Ronahî bi daxuyaniyeke gotinên nîjadperest û zayendperest ên karsaz Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a Ronahî, Aysel Dogan ve hat kirin de, hate destnîşankirin ku jinên Kurd di qadên azadî, wekhevî û civakî de berdêlên mezin dane.

Aysel Dogan diyar kir ku gotinên cihêker ên li dijî jinan û nasnameyên etnîkî bi tu awayî di çarçoveya henekê de neyê nirxandin û bilêv kir ku kirina mijara henekê di civakê de cudakariyê kûr dike.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ji ber gotinên navborî bi awayekî vekirî lêborîn ji jinên Kurd were xwestin û li dijî gotinên cudaker û nefretê gavên pêwîst bêne avêtin.