BI DÎMEN

Bîrsen Orhan: Divê qeyûm bêne vekişandin, wezîfeya hilbijartiyan bê radestkirin

Bîrsen Orhan işaret bi bandora qeyûman a li ser demokrasiya xwecihî û îradeya gel kir û got, divê hikumet ji îradeya gel re bê nîşandan.

BÎRSEN ORHAN

Rastiyên ku di dosya Gulistan Dokû de derkete holê, bandora qeyûman a li ser jiyana civakî careke din xist rojevê. Waliyê demê yê weke qeyûm hate tayînkirin Tûncay Sonel û şebekeya wî ya sûc li Dersimê ji qada kar heta bi tenduristiyê, ji jiyana civakî heta bi xizmetên cemaweriyê polîtîkayên şerê taybet xiste meriyetê û vê yekê xwe li gelek qadan nîşan da.

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm li şûna wê hate danîn, anî ziman ku qeyûmên ku dest danîn ser şaredariyê, zerar da îradeya gel. Bîrsen Orhan destnîşan kir ku divê dawî kil kiryarên qeyûm bê anîn û aştî ji qada xwecihî destpê bike.

Bîrsen Orhan got, "Bi rêya qeyûman nebaşiya rêxistinkirî hate afirandin. Divê dawî li vê bê anîn û îradeya gel bê radestkirin. Bi tayînkirina qeyûman zerareke mezin li demokrasiya xwecihî bû. Qadên ku gel yekser tevlî rêveberiyê dibe hatin desteserkirin û encamên vê hîn jî dewam dike. Qeyûman beriya her tiştî sîstema me ya hevserokatiyê nas nekirin. Piştî ku hate tayînkirin feraseteke welê nîşan da ku yekser mekanîzmayên jinê, saziyên jinan û qadên kar ên jinan girt. Dema ku qeyûm bê gotin, yek ji mînakên şênber ê divê bê bîra mirovan, bandora li ser jiyana jinê ye."

'ME MÎNAKA HERÎ ŞÊNBER A PRATÎKA ŞERÊ TAYBET DÎT'

Bîrsen Orhan dosya Gulistan Dokû bi bîr xist ku li Dersimê bi salan aqûbeta wê nedihat zanîn û got, "Yek ji mînakên herî balkêş ên feraseta li dijî jiyana jinê, rastiya Gulistan Dokû ye. Nedîtina bedena wê û ronînekirina dosyaya wê yek ji encamên vê ferasetê ye. Hebûna avaniyên ku êrişî jiyana Gulistan Dokû kirin û li pêşiya dîtina bedena wê hîn jî ateng in, encamek ji vê ferasetê ye. Dema ku bê pirsîn bê qeyûm çi ye, bersiva wê; qeyûm ev bi xwe ye. Rewşa şênberbûyî ya polîtîkaya şerê taybet e."

'QEYÛM LI DERSIMÊ ÊRIŞ BIR SER HER QADA JIYANÊ'

Bîrsen Orhan anî ziman ku kiryarên qeyûm ne tenê li rêveberiyên xwecihî ye, encamên aborî û civakî yên vê yekê hene û got, "Bi taybetî li Dersimê em bi feraseteke welê re rû bi rû ne ku xizaniyê, bêkariyê û koçberiyê zêde dike. Em dibînin ku dînamîkên xwecihî tine dihesibîne, bi polîtîkayên rantxuriyê tevdigere. Ji emniyetê heta bi nexweşxaneyê, ji ÎŞKÛR'ê heta bi zanîngehê pratîkeke qeyûm heye ku li ser gelek saziyan bi bandor e û êrişî jiyana jinê dike."

'AŞTÎ JI QADA XWECIHÎ DESTPÊ DIKE'

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan bal kişand ser girîngiya nîqaşên li ser aştî û civaka demokratîk û destnîşan kir ku aştiyeke mayinde divê ji qada xwecihî destpê bike. Bîrsen Orhan got, "Eger em qala aştiyê dike, beriya her tiştî divê bi gel û bi bajaran destpê bike. Heta ku bi gelê xwecihî re li hev neyê kirin, aştiyeke rasteqîn nikare bê avakirin. Îro hîn jî li gelek şaredariyan kiryarên qeyûm dewam dikin û îradeya gel hatiye desteserkirin. Eger em dibêjin demokrasî û siyaseta demokratîk, pêwîste hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan."

'VEKIŞANDINA QEYÛMAN PÊWÎSTIYA HERÎ BINGEHÎN E'

Bîrsen Orhan ragihand ku şaredariyên ku qeyûm li wan hatiye tayînkirin divê radestî rêveberên hilbijartî bêne kirin, ev yek wê bibe yek ji gavên bingehîn ên nîşandana samÎniyeta li pêvajoyê û got, "Heta ku bi gel û qada xwecihî re lihevkirin nebe, nepêkan e ku pêvajoya aştiyê civakî bibe. Li cihekî ku demorkasiya xwecihî tine bêr hesibandin, mirov nikare qala demokratîkbûnê bike."