Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Serokê Konseya Kurd a Swêdê Zêd Yildirim koça dawî kir

Serokê Konseya Kurd a Swêdê Zêd Yildirim di 5’ê Hezîrana 2026’an de ji ber nexweşiya penceşêrê, ku demek dirêj bû pê re şer dikir koça dawî kir.

Serokê Konseya Kurd a Swêdê Zêd Yildirim, ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û endamê eşîra Omerî ye di sala 1972’an de ji bo perwerdehiya xwe çû Swêdê.

Yildirim li Swêdê zanista siyasî xwend û ji ciwaniya xwe ve bi awayekî çalak beşdarî rêxistinên Kurd bû. Yildirim, ku roleke girîng di rêxistinkirina civaka Kurd a li Swêdê de lîst, deh salan bê navber weke Serokê Konseya Kurd xebitî.

Yildirim ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi têkoşîna azadiya Kurd re tê nasîn, di tevahiya jiyana xwe de di xebata rêxistinkirinê de cih girt û kedek mezin da. Malbata Yildirim ku dilsozê têkoşîna siyasî ya Kurd in, di vê oxirê de bêhtirî 30 şehîd dane.

Zêd Yildirim, ku 54 salan li Swêdê ma, ji ber sedemên siyasî bi salan nekarî vegere welatê xwe û hemwelatîbûna wî ya Tirkiyê jê hat standin.

Hat zanîn ku merasîma cenazeyê Yildirim wê li Stockholmê bê lidarxistin.

Wefata Yildirim di nav malbat, xizmên wî û civaka Kurd a li Stockholm û Mêrdînê de xemgîniyek mezin çêkir.