BI DÎMEN

Kwestan Gadanî: Divê em Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat hîn berfireh bikin

Ji nûnerên Ewropayê yên PDK-Îranê Kwestan Gadanî got, di atmosfera krîzê ya li Îranê de karên yekîtiya neteweyî ya li Rojhilat gelekî girîng e û destnîşan kir ku tifaqa hate avakirin divê bêhtir bê berfirehkirin û piştgirî jê re bê dayin.

Ji Nûnerên Ewropayê yên PDK-Îranê Kwestan Gadanî bûyerên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û karên yekîtiya neteweyî ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku di dema dawî de Îran bi kaoseke cidî û krîzeke kûr a navxweyî re rû bi rû ye.

Kwestan Gadanî diyar kir ku li Îranê gelek mirov hatin kuştin, li seranserê welêt bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê polîtîkayên zextê yên mîlîtarîst zêde bûne û ragihand ku li herêmê atmosfereke giran a zextê hatiye afirandin.

Kwestan Gadanî anî ziman ku karên yekîtiya neteweyî yên li Rojhilatê Kurdistanê tê meşandin bi pêvajoya heyî ya şer re destpê nekiriye, ne tenê bi mercên şer ve bisînorkirî ye û got, "Karên li ser yekîtiya neteweyî ya neteweya Kurd beriya şerê li Rojhilata Navîn hebû û eleqeya xwe bi vî şerî re nîne. Ev kar heta ku bigihêje armanca xwe wê dewam bike. Bêguman şerê ku diqewime bandorê li ser pirsgirêka Kurd, doza Kurd û paşeroja gelê Kurd dike. Lê belê ev kar bi şer destpê nekir û wê bi şer re jî neqede."

Di dewama axaftina xwe de Kwestan Gadanî destnîşan kir ku rewşa heyî ya hêzên siyasî yên Kurd erênî ye, avaniyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dema dawî hîn bêhtir nêzî hev bûn û bi bîr xist ku di encama vê nêzîkbûna stratejîk a li hev 'Tifaqa Koalîsyona Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê' ava bû. Kwestan Gadanî diyar kir ku bala gelê Kurd li ser daxuyaniyên hevpar û karên vê tifaqê ye û ragihand ku yekbûna hêzên siyasî yên Kurd ji aliyê dîrokî ve pêvajoyeke gelekî xwezayî ye.

Kwestan Gadanî anî ziman ku meşandina karên hevpar bi xurtî û wergirtina encamên şênber wê bi demê re pêk were, bi demê re wê serketinên hîn mezin bêne bidestxistin û got, "Di vê atmosfera şer de li ser tevahiya Îranê bi taybetî jî li ser Rojhilat zexteke mezin heye. Di vê pêvajoyê de divê em karibin 'Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê' hîn berfireh bikin. Heta ku daxwazên gelê Kurd bidin pêkanîn divê em piştgiriyeke mezintir bidin vê avaniyê."

Kwestan Gadanî bal kişand ser gefên li ser Rojava û Başûr û destnîşan kir ku hêzên Kurd hemû ji bo parastina Kurdistanê ya yekpare, her tim amade ne.