BI DÎMEN

Walî Ebûbekir: Ji bo parastina destketiyan divê em li dora stratejiya hevpar bicivin

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir li hemberî rîskên zêde bûne banga yekîtiyê li Kurdan kir. Ebûbekir got, ji bo parastina destketiyên neteweyî û jiholêrakirina krîza hikumetê divê hêzên siyasî li dora stratejiyeke hevpar bicivin.

Waliyê Silêmaniyeyê Dr. Heval Ebûbekir li ser bûyerê li çar parçeyên Kurdistanê diqewimin ji ANF'ê re aivî. Bi taybetî bal kişand ser tabloya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê, derengketina pêvajoya avakirina hikumetê, nîqaşên li ser statuya pêşmergeyan û destnîşan kir ku pêşmerge hêza rewa û destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê ye, divê li derveyî rageşiya siyasî bê hiştin.

'AVANEKIRINA HIKUMETÊ PIRSGIRÊKAN GIRANTIR DIKE'

Walî Ebûbekir tabloya siyasî ya heyî ya li Başûrê Kurdistanê nirxand û anî ziman ku derengketina pêvajoya hikumetê û rewşa parçebûyî ya siyasî pirsgirêkên kronîk ên li nava civakê girantir kiriye.

Ebûbekir destnîşan kir ku li gel ku li gel krîzên heyî jî parastina destketiyan xeta sor e û got, "Xitimandina siyasî çi dibe bila bibe, parastina destketiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê berpirsyariya hevpar a hemû aliyên siyasî ye. Rewşeke mecbûrî ye ku di mijarên neteweyî de em bi aqlekî hevpar tevbigerin."

Ebûbekir bal kişand ser nîqaşên dema dawî yên li ser statuya hêzên pêşmerge û têkildarî artêşa Iraqê û got, divê ev nîqaş bi nêteke baş neyê dîtin.

Ebûbekir bi bîr xist ku statuya heyî ya pêşmergeyan bi berdêlên mezin hate bidestxistin û got, "Pêşmerge aktorê sereke yê destketiyên Herêma Kurdistanê ye. Avaniyeke rewa ye ku di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de fermî bûye. Ev rastî ne cihê nîqaşê ye. Her cûre nêzîkatiya têkildarî pêşmergeyan divê li ser bingeha berpirsyariya neteweyî, sazîmanî û qanûnî bê nirxandin."

'NABE KU BERJEWENDIYÊN PARTIYÊ BIKEVE SER BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ'

Walî Heval Ebûbekir diyar kir ku divê pêşmerge li derveyî hevrikiya siyasî û nakokiyên navxweyî yên partiyan bê hiştin û işaret bi girîngiya saziyên xurt kir. Ebûbekir bi bîr xist ku gelê Kurd di encama têkoşîneke salên dirêj de gihîştiye vê astê û got, ji bo Kurd karibin destketiyên xwe yên li çar parçeyan biparêzin û divê di nava yekîtî û piştevaniyê de tevbigerin.

Ebûbekir got, "Eger em nikarinbin hişmendiya neteweyî û piştevaniyê xurt bikin, hingî wê destketiyên me bikevin xeteriyê. Ti partî yan jî komm divê berjewendiyên xwe neavêjin ser berjewendiyên gelê me. Pêwîste partiyên siyasî û aktorên siyasî berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî û polîtîka û stratejiyeke welê bimeşînin ku berjewendiyên neteweyî didin pêş."