BI DÎMEN

Dr. Omer: Ji bo lawazkirina destketiyên Rojava tifaq têne avakirin

Ebdulkerîm Omer ragihand ku bûyerên herêmî yên dema dawî qewimîn li dijî destketiyên gelê Kurd bûn û destnîşan kir ku têkoşîna li Rojava ne tenê ji bo mafên Kurdan, her wiha ji bo paşeroja demokratîk a Sûriyeyê ye.

Nûnerê Meclîsa Ewropayê ya Rêveberiya Xweser a Rojava Ebdulkerîm Omer bûyerên dawî yên li Rojava nirxand û anî ziman ku danûstandinên dîplomatîk ên li ser asta herêmî û navneteweyî têne meşandin bandoreke yekser li destketiyên Kurdan dike.

Omer diyar kir ku bûyerên mehên dawî qewimîn divê bi rengekî yekpare bêne nirxandin û anî ziman ku hevdîtinên li Parîsê hatin kirin, danûstandinên nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), pêvajoyên dîplomatîk ên ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî tevlî bûn û peymanên navbera Şam û Îsraîlê divê bi hev re bêne nirxandin.

'XWESTIN KURDAN BIKIN QURBANÊ BAZARIYÊN HERÊMÎ'

Omer ragihand ku hezên herêmî ji bo lawazkirina destketiyên siyasî yên Kurdan nêzîkatiyeke hevpar nîşan dan û got, "Êrişên ku ji Helebê destpê kirin jî encamek ji vê pêvajoyê û tifaqê bû."

Ebdulkerîm Omer bûyerên ku qewimîn weke dewama wan hewldanan pênase kir ku di herikîna dîrokê de li hemberî Kurdan hatin kirin û got, "Dîrokê careke din xwe dubare kir. Xwestin Kurdan careke din bikin qurbanê bazariyên herêmî."

'DIVÊ EM KÊMASIYÊN XWE JÎ NÎQAŞ BIKIN'

Omer diyar kir ku li gel vê yekê pêwîste siyaseta Kurd jî bi kêmasiyên xwe re rû bi rû bibe, ji pêvajoyên qewimîn dersê derxîne û got, "Girîng e em pirsa 'Me li ku kêmasî kir' bi wêrekî bipirsin. Divê em kêmasiyên xwe bi rengekî cidî nîqaş bikin encamê jê werbigirin. Lê belê li gel vê yekê jî hêza me ya têkoşînê heye û têkoşîna me jî dewam dike."

'TÊKOŞÎN NE TENÊ JI BO KURDAN E, LÊ JI BO TEVAHIYA SÛRIYEYÊ YE'

Omer anî ziman ku girîng e gelê Kurd bi xurtkirina hebûna xwe ya civakî, çandî û siyasî rêya xwe dewam bike û diyar kir ku têkoşîna li Rojava ne tenê ji bo mafên Kurdan e, her wiha ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê bi temamî ye.

Omer ragihand ku li ser bingeha destûra bingehîn û qanûnên demokratîk divê Sûriyeyeke nû bê avakirin û got, "Têkoşîna me bi qasî têkoşîna parastina destketiyên gelê Kurd e, di heman demê de têkoşîna demokratîkbûna Sûriyeyê ye."

'GELÊ ROJAVA BI BIRYAR E KU DESTKETIYÊN XWE BIPARÊZE'

Omer got, gelê Rojava bi biryar e ku destketiyên xwe biparêze û bi bîr xist ku modela Rojava ya bi pêşengiya jinan li seranserê cîhanê hatiye naskirin û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê jî ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve hatiye silavkirin.

Omer bi vî rengî axaftina xwe dewam kir, "modela demomkratîk ku jin pêşengiyê jê re dikin, li tevahiya cîhanê tê zanîn. Tecrûbeya Rojava li çar parçeyên Kurdistanê û li qada navneteweyî tê naskirin. Dema êrişên li ser Rojava destpê kirin, Kurdan li çar parçeyan sekneke piştevaniyê nîşan dan."

'PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ BI RENGEKÎ GIRAN DIMEŞE'

Omer qala pêvajoya entegrasyonê jî kir ku 29'ê Çileyê destpê kir û anî ziman ku hevdîtinên li ser entegrasyona avaniyên sazî, îdarî û leşkerî ya li sîstema dewleta Sûriyeyê dewam dike.

Omer bal kişand ser hin bÛyerên erênî yên têkildarî ziman û nasnameya Kurd û got, naskirina Newrozê weke cejna fermî û naskirina nasnameya Kurd gavên girîng e, lê belê ev têrê nakin. Omer got, "Ji aliyê mafên bingehîn ên gelê Kurd ve, ev gav girîng jî bin temamker nîne. Têkoşîna ji bo misogerkirina mafên Kurdan bi destûra bingehîn dewam dike."

Ebdulkerîm Omer nêzîkatiya hikumeta demkî ya li Şamê rexne kir û anî ziman ku pêvajoya entegrasyonê bi giranî dimeşe, rêveberiya navendî di gelek mijaran de dixwaze demê bi dest bixe, lê belê gelê Kurd biryardariya xwe ya têkoşîna dîplomatîk û siyasî dewam dike.

'DI MIJARA YPJ'Ê DE LIHEVKIRIN PÊK NEHATIYE'

Omer diyar kir ku li qada siyasî jî hemû pirsirêk çareser nebûne, li gel hebûna mutabaqata li ser entegrasyona çar tûgayan jî di mijara YPJ'ê de lihevkirin çênebûye. Omer diyar kir ku rêveberiya Şamê avaniya heyî ya YPJ'ê qebûl nekiriye û dixwaze vê hêzê di bin sîwana Wezareta Karên Hundir de binirxîne û destnîşan kir ku di vê mijarê de hîn lihevkirin çênebûye.

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN'

Dr. Ebdulkerîm Omer anî ziman ku di hin sernavên leşkerî û siyasî de nêrînên cuda dewam dikin û ragihand ku li gel vê jî di mijara dewamkirina têkoşîna siyasî û demokratîk de ew bi biryar in. Omer got, "Li gel hemû zor û zehmetiyan jî em têkoşîna xwe dewam dikin. Em soz didin gelê xwe; em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya siyasî û berxwedana xwe dewam bikin. Em di wê baweriyê de ne ku van pirsgirêkan çareser bikin."