ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Konferansa "Di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk" a li Bakirkoy a Stenbolê wê di roja duyemîn de bê şopandin.

Lîstikvan û derhêner Yucel Erten anî ziman ku divê hunermend ji bo avabûna demokratîk têbikoşin û peyama "Aştî û demokrasiya tam" da. Erten diyar kir ku bidawîbûna şer bi tena serê xwe têrê nake û got, divê desthilatdarî gavên cihê baweriyê biavêje.

Nûnerê Meclîsa Ewropayê ya Rêveberiya Xweser a Rojava Ebdulkerîm Omer ragihand ku bûyerên herêmî yên dema dawî qewimîn li dijî destketiyên gelê Kurd bûn û destnîşan kir ku têkoşîna li Rojava ne tenê ji bo mafên Kurdan, her wiha ji bo paşeroja demokratîk a Sûriyeyê ye.

Siyasetmedarê Qibrisî Mehmet Hasguler diyar kir ku çareseriya meseleya Kurd a bi rêya aştiyane, tevlîbûna demokrkatîk û rewabûna civakî dikare hêza Tirkiyeyê ya li polîtîkaya derve xurtir bike.

Ji nûnerên Ewropayê yên PDK-Îranê Kwestan Gadanî got, di atmosfera krîzê ya li Îranê de karên yekîtiya neteweyî ya li Rojhilat gelekî girîng e û destnîşan kir ku tifaqa hate avakirin divê bêhtir bê berfirehkirin û piştgirî jê re bê dayin.

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir li hemberî rîskên zêde bûne banga yekîtiyê li Kurdan kir. Ebûbekir got, ji bo parastina destketiyên neteweyî û jiholêrakirina krîza hikumetê divê hêzên siyasî li dora stratejiyeke hevpar bicivin.

Şaredariya Rêya Armûşê projeya Bostanê Bajêr ê Jinê mezin kir û ji bo bi sedan jinan qada hilberînê afirand. Endama Meclîsa Şaredariyê Oznûr Evîn destnîşan kir ku bi vekirina bostanê sêyemîn re wê 100 jinên din tevlî projeyê bibin û got, wan ji bo penaberên jin qadên kar ava kirine.