Polîsan êrîşî protestoyên Civîna NATO’yê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

Di meşa Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ya Dolmabahçeyê de peyamên li dijî NATO û emperyalîzmê hatin dayîn. Di protestoyên li Kolana Îstîklalê de herî kêm 20 û li Eskîşehîrê herî kêm 35 endamên platformê hatin binçavkirin.

Lûtkeya NATOyê di 7 û 8ê Tîrmehê li Enqereyê tê lidarxistin. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî NATOyê çalakî tên lidarxistin. Li Stenbolê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê meşek li dar xist. Girse li Qada Taksîmê li pêşiya AKMyê kom bû û heta Dolmabahçeyê meşiyan. Parlamenterên partiyên siyasî, rêveberên HDK, DEM Partî, DBP, EHP, TÎP, EMEPê û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Kujer NATO hevkar AKP” û “Ji NATOyê re na” hatin berzkirin.

Girse piştî gihîşt Dolmabahçeyê daxuyanî hat dayîn. Berî daxuyaniyê ji bo kesên ku di rêya demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirtin hate girtin.

‘DIVÊ TEVAHÎ BAREGEHÊN NATO’YÊ WERIN GIRTIN’

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê KESKê a demê Ertûgrûl Eroglû ve hate xwendin. Ertûgrûl Eroglû diyar kir ku emperyalîzm dixwazê pergalek nû ava bike û got: “Ev pergala nû jî bi destê NATOyê tê avakirin. Lê em dizanin ku NATO sedema şerên ku li cîhanê pêk tê ye. NATO ji bo kedkaran talan û kuştin e. Îro li tevahî cîhan ji aliyê DYAyê bûye girtîgehek vekirî. Em li vir dibêjin hûn nayên xwestin. Divê tevahî baregehên NATOyê werin girtin. Em dibêjin ku sekna li dijî NATOyê nesûc e. Divê tevahî hevalên me yên ku hatine girtin û biçavkirin werin berdan.”

LI KOLANA ÎSTÎKLALÊ ÊRÎŞA POLÎSAN

Li Stenbolê Komîteya Ciwanan û Senjaya Ûmût- Sen li dijî Lûtkeya NATOyê protesto bike li Kucukparmakkapiyê kom bûn û heta Kolana Îstîklalê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Kujer NATO hevkar AKP” û “Emperyalîst û hevkar Fîloya 6emîn ji bîr nekin” hatin berzkirin.

Di meşa girseyî ya Kolana Îstîklalê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Di heman saetan de li Kadikoyê ciwanan meşek li dar xist û li wir jî gelek  ciwan hatin binçavkirin.

LI ESKÎŞEHÎRÊ 35 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Beriya çalakiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Eskîşehîrê ku plan kiribû ku li Koprubaşiyê bi dirûşmeya “NATO ya kujer ji Tirkiyeyê bicehime” li dar bixe, polîsan êrîş kir.

Polîsan nehiştt ku endamên platformê bicivin û herî kêm 35 kes hatin binçavkirin. Çalakiya protestoyî pêk nehat.