Civîna Bilind a NATO’yê îro destpê kir. Dewleta Tirk a ku hema bibêjin ji bo civîna bilind a NATO’yê ya ku wê di navbera 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê tê lidarxistin rewşa awarte îlan kiriye, hem hewl dide bandora xwe zêde bike hem jî hewl dide ku ‘’bandora xwe ya di nava NATO’yê de’’ nîşan bide. Lê belê tê payîn ku hevdîtina îsal ji yên salên din rageştir derbas bibe. Ewropaya ku ji Şerê Sar heya biha ketiye mezintirîn pêvajoya xweçekkirinê, di bin zexta DYE’yê de beşdarî hevdîtinê dibe û Serokê DYE’yê Donald Trump jî girêdayî şerê Îranê gefan li endamên tifaqê dixwe. NATO çawa hate avakirin, Çima Ewropa zêdetir xwe bi çek dike, çima DYE şantaja xwe ya dixe ser maseyê û Tirkiye NATO’yê li dijî Tevgera Azadiya Kurd çawa bi kar tîne? Bersivên van pirsan hemûyan di nûçeya me de cih digirin.
NATO ÇI YE Û KENGÎ HATE AVAKIRIN?
Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) a ji welatên Ewropa û Emerîkaya Bakur pêk tê, di 4’ê Nîsana 1949’an de ji aliyê 12 welatên ku di nava wan de Îngilistan, Kanada û Fransa jî hene ve hate avakirin. Peymana ku ji avakirina NATO’yê re pêşengtî kir, li Washhingtonê hate îmzekirin. Di salên destpêkê de armanca wê, li gel astengkirina berfirehbûna Yekîtiya Sovyetan a ku ji komeke kevn a komara komunîst bû ku Rûsyayê jî di nav de cih digirt, avakirina blokekê bû. Tirkiye di sala 1952’yan de beşdarî NATO’yê bû.
NATO, xwe dispêre qaîdeya ku ger welatekî endam bi êrîşekê re rû bi rû bimîne wê yên din di warê parastinê de alikariyê bidin wî welatî. Artêşeke aîdî wê tune ye lê belê welatên endan dikarin ‘’operasyonên leşkerî yên hevpar’’ bikin yan jî weke bersiva ji krîzan re ‘’operasyonên leşkerî yên komî’’ bikin. Bo nimûne, di navbera salên 1992-2004’an de destwerdana şerê li Yûgoslavyaya berê kir û piştgirî da Neteweyên Yekbûyî (NY). NATO, di Sibata 2022’yan de li gel destpêkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê got ku Rûsya ‘’li ser ewlehiya welatên endam gefa herî ezin û rasterast e.’’
WELATÊN ENDAM
Welatên weke DYE, Elmanya, Albanya, Belçîka, Bulgaristan, Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Xirwatistan, Hollanda, Îngilistan, Spanya, Swêd, Îtalya, Îzlanda, Kanada, Qeredax, Makedonyaya Bakur, Letonya, Lîtvanya, Luksembûrg, Macaristan, Norwec, Polonya, Portekîz, Romanya, Slovakya, Slovenya, Tirkiye û Yewnanistan endamên NATO’yê ne.
Swêd û Fînlandiya, piştî şerê Rûsya-Ûkraynayê di Gulana 2022’yan de ji bo endamtiyê serlêdan kiribûn. Her du welat beriya wê serî li polîtîkaya bêalîgirbûnê didan. Fînlandiyaya ku 1340 kîlometre sînorê wê li gel Rûsyayê heye, di Nîsana 2023’yan de beşdarî NATO’yê bû.
Lê belê endamtiya Swêdê, ji ber şantajên Tirkiye û Macaristanê hatibû taloqkirin. Tirkiyeyê bi hinceta ku Swêd ‘’di têkoşîna li dijî PKK’ê de pêngavên têrker naavêje’’ serlêdana Swêdê erê nekiribû. Lê belê piştî danûstandinan di Çileya 2024’an de serlêdana berbehs erê kiribû. Swêd, di 7’ê Adara 2024’an de li Washingtonê piştî temambûna pêvajoya beşdarbûnê bi awayekî fermî bû endamê NATO’yê. Bi vî awayî nêzîkî 300 hezar leşkerên aktîf û leşkerên yedek li refên NATO’yê hate zêdekirin. Her wiha welatên weke Ûkrayna, Bosna Hersek û Gurcistan jî ji bo endamtiya NATO’yê serlêdanên xwe kirin.
NATO, ji welatên endam daxwaz dike ku herî kêm ji sedî 2’yê dahata xwe ya neteweyî ji bo parastinê xerc bikin. Lê belê welatên endam li gel zexta Donald Trump di hevdîtina NATO’yê ya sala 2025’an a li Laheyê de Spanya ne di nav de, girtin ser xwe ku heya sala 2035’an ji sedî 5’ê dahata xwe bidin parastinê.
GEFÊN TRUMP
Bi taybetî bertekên Trump ên li ser welatên endamên NATO’yê yên di serdema serokatiya xwe ya duyemîn de balê dikşînin. Vederkirina hevalbendên xwe yên Ewropayî ya di hevdîtinên li gel Rûsyayê de, krîza Gronlandê û herî dawiyê jî şerê Îranê yê ku li gel Îsraîlê da destpêkirin û bandor li aboriya cîhanî kir bûn sedem ku di têkiliyan de li ser hev krîz rû bidin.
Trump tifaqa NATO’yê weke ‘’pilingê li ser kaxezê’’ pênase kir û gelek caran anî ziman ku êdî Ewropa neçar e ku bi xwe berpirsiyariya ewlehiya xwe bigire ser milên xwe û ew ê leşkerên DYE’yê ji Ewropayê vekişîne. Trump ê ku zêdetir li gel nêzîkatiya ‘’pêşiyê Emerîka’’ tev digere û NATO’yê weke barekî ji Şerê Sar maye, ‘’qewlê xwe temam kiriye’’ û di warê budceyê de zirarê dide DYE’yê dibîne, têkiliyên xwe yên li gel welatên endam li şûna nirxên hevpar jî li gel gefa ‘’tu çi qasî têkariya bidceya NATO’yê bikî wê ewlehiya te jî ew qas hebe’’ bi rê ve dibe. Di vê çarçoveyê de çawa ku ji welatên Ewropayê garantiyê dixwaze di heman demê de dixwaze ew ji sedî 5’ê dahata xwe bidin NATO’yê. Trump ê ku gefên xwe li qadê jî nîşan dide, hin yekîneyên leşkerî yên li Elmanya û Ewropaya Rojhilat vekişandin û heya îşaretên vekişîna ji NATO’yê jî dan.
ROLA DYE’YÊ
Artêşa DYE’yê li gel hevalbendên xwe yên li Ewropayê gelek caran operasyonên dualî û piralî yên tatktîkan pêş dixin, alikariya zêdekirina karkirina hevpar (kapasîteya karkirina hêzên leşkerî ya bi hev re) dike, li dar dixe. Artêşa DYE’yê bi saya ku endamên NATO’yê ne bi awayekî bêyî pirsgirêk dikare xwe bigihîne gelek baregehên li Ewropayê. DYE, di nava rêxistinê de piraniya mesrefên parastinê û teknolojiya leşkerî ya pêşketî dabîn dike. Li gorî Enstituya Lêkolînên Aşitiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIRPI), di sala 2024’an de ji sedî 66’ê tevahiya mesrefên parastinê yên welatên NATO’yê ji aliyê DYE’yê ve hatin kirin.
DYE îdîa dike ku wê mesrefa herî zêde kiriye û vê hişyariya qutkirinê li hevalbendên xwe yên ku dixwaze wan girêdayî şerê Îranê lawaz bike, dike: Kêmkirina balafirên şer, nivîkirina hejmara balafirên bombebarandinê yên stratejîk, qutkirina piştevaniya bidestxistina muxrîb, keştiyên noqav, balafirên dabînkirina sotemeniyê û SIHA’yan.
EWROPA BI LEZ XWE BI ÇEK DIKE
Welatên Ewropayê yên NATO’yê, li gel pêvajoya şerê Rûsya-Ûkraynayê yê di sala 2022’yan de dest pê kir, zêdetir xwe bi çek dike. Di nava sedemên vê yên sereke de êrîşên muhtemel yên Rûsyayê yên li ser welatên NATO’yê, kêmkirina girêdana ji DYE’ya tim gefên vekişînê dixe re û pirsgirêkên budceya parastinê.
Li gorî rapora têkildarî mesrefên leşkerî yên cîhanî ya sala 2025’an a Enstituya Lêkolînên Aşitiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIRPI), li seranserê cîhanê lêçûnên leşkerî ji sedî 2,9 zêde bûne û derketiye 2 trîlyon 887 milyar dolarî. Lêçûnên leşkerî yên li Ewropayê jî di sala 2025’an de derketine 864 milyar dolarî û li gorî daneyên SIRPI’yê, gihîştiye asta herî bilind. Ev yekî li gorî sala borî tê wê wateyê ku ji sedî 14 zêde bûye û di serdema 2016-2025’an de bi tevahî ji sedî 102 zêde bûye. Para Ewropayê ya ya di nava lêçûnên leşkerî yên cîhanê de jî ji sedî 19’ê di sala 2016’an de di sala 2025’an de derket ji sedî 30’an.
‘HEVKARIYA STRATEJÎK’ A TIRKIYE NATOYÊ
Dewleta Tirk, rageşiya di navbera DYE û Ewropayê de weke derfetekê bi kar anî û armanc dike ku li gel vê hevdîtinê pozîsyona xwe ya di nava Tifaqê de xurttir bike. Hevdîtina NATO’yê, lêgerîna Tirkiyeyê yên di planên ewlehiyê yên Ewropayê de standina roleke çalaktir û niyeta bikaranîn û pêşkêşkirina çekên çêkirine nîşan dide.
Tirkiye, di sala 1952’yan de sê salan piştî avabûna NATO’yê ya di sala 1949’an de beşdar, wê bû. Tirkiyeyê di tevahiya Şerê Koreyê yê di sala 1950’yan de dest pê kir û sê salan berdewam kir de bi tevahî çar tûgay leşker şandin eniya şer. Ev yek ji bo endamtiya NATO’yê peyameke xurt a siyasî bû. NATO di 18’ê Sibata 1952’yan de cara ewil berfireh bû. Tirkiye û Yewnanistan tevlî tifaqê bûn.
Dewleta Tirk a ku hewl dide were zanîn ku nexşerêya ewlehiya NATO’yê bes ne li ser Ewropaya Rojavaye di heman demê de li ser Ewropaya Başûr û Rojhilat, Behra Reş û Rojhilata Navîn e, êdî dixwaze ne weke ‘’welatekî eniyê’’ ya başûrrojhilatê xeta tifaqê be li gel wê yekê dixwaze bibe ‘’navend’’. Di vê çarçoveyê de hemû demên ku krîzek rû derdkiveke weke ‘’aktoreke navbeynkar’’ derdikeve holê.
BAREGEHÊN TIFAQÊ
Tirkiye, salekê beriya tevlîbûna NATO’yê, ji bo ku pozîsyona xwe ya li wir saxlem bike plana Baregeha Încîrlîkê zist dewrê. Di sala 1951’an de piştî ku li gel DYE’yê peymanên ewlehiyê îmze kirin avakirina baregehê dest pê kir û di dawiya salê de ji bikaranîna hevpar re vekir. Yanî dema ku di sala 1952’yan de tevlî NATO’yê bû, baregeh di çarçoveya plan û armancên parastina tifaqê de hate vesazkirin.
Baregeh, ji bo tifaqa Rojava gelekî girîng bû. Di tevahiya Şerê Sar de bû yek ji navenda NATO’yê ya stratejiya dorpêçkirina Yekîtiya Sovyetan a li Rojhilata Navîn. Di 1’ê Gulana 1960’an de balafira DYE’yê ya cure U-2 ya ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve hate xistin, ji vê baregehê rabûbû.
NATO û DYE, cihên baregehên ku lê çekên nukleerî hatine bicihkirin ‘’bi hinceta ewlehiyê’’ tu caran eşkere nakin. Tê diyarkirin ku li baregehê çekên nukleerî hene. Tirkiye girêdayî baregehên hewayî yên weke Încîrlîk, Konya û Erhac û tesîsên radarê yên Kurecîk û Kîsecîk, Fermandariya Bejahî ya Hevalbendiya NATO’yê ya li Îzmîrê, Navendên Operasyona Hewayî yên Yekbûyî yên li hin bajarên cuda, Baregeha Behrî ya Aksazê û lîmanên Taşûcû û Îskenderûnê yên dema ku hewce dikin, tên bikaranîn di binesaziya operasyonel a tifaqê de xwedî roleke girîng e.
Elmanyayê di Gulana sala 2026’an de pergaleke parastina hewayî ya Patrîot li herêma Kûrecîk a Meletiyê û Îtalyayê jî di meha Hezîranê de Pergaleke Parastina Hewayî ya SAMP/T li Konyayê bi cih kiribûn.
AMÛRA ZEXTÊ YA LI DIJÎ TEVGERA AZADIYA KURD
Li gorî rapora SIPRI’yê, yek jiwelatê ku herî zêde pere daye çekan Tirkiyey ye. Lêçûnên leşkerî yên sala 2025’an, li gorî sala beriya wê di rastiyê de ji sedî 7,2 zêde bûne û gihîştiye 30 milyar dolarî. Tirkiye, li gel vê asta lêçûnan li seranserê cîhanê di rêza 18’emîn de cih digire. Ev yek jî tê wê wateyê ku ji berîka gel bi qasî ji sedî 1,9 pere hatiye dizîn. Piş eşkere ye ku Tirkiye van lêçûnên zêde li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar tîne.
Lê belê ev bikarnîn bes bi êrîşên çekdarî re sînordar nîne. Tirkiyeyê endamtiya NATO’yê bi taybetî ji bo lawazkirin û teslîmgirtina Tevgera Azadiya Kurd weke amûreke stratejîk a demdirêj bi kar anî. Bo nimûne, welatên Ewropayê li ser ‘’qedexeya PKK’ê dixe bin zextê, hewl dide rewabûna navneteweyî dabîn bike û di êrîşên li ser Kurdistanê de piştgiriya techîzatan bi kar tîne. Tankên cure M-60 ên ji aliyê Emerîkayê ve hatine çêkirin, barhilgirên personelan ên cure M-113 û helîkopterên cure Huey, ÎHA, SIHA û çekên kîmyewî ji stokênku ji aliyê welatên NATO’yê ve hatine dabînkirin û erêkirin, hatine.
Her wiha pêvajoyên berfirehbûna NATO’yê jî li hemberî Tevgera Azadiya Kurd veguherand amûreke zextê. Di sala 2022’yan de di serlêdanên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo endamtiya NATO’yê de her du welatên navborî bi hinceta ku ‘’piştgiriyê didin PKK û YPG’ê’’ demeke dirêj asteng kirin. Ji ber ku ji bo endamtiyê erêkirina Tirkiyeyê şert bû ji Stockholm û Helsînkiyê tawîzên şênber hatin standin. Zextên li ser kesên ku dihat îdîakirin ‘’endamên PKK’ê ne’’, operasyonên li ser saziyên Kurdan, astengiyên aborî û şertê îadekirinê dikarin ji tawîzên berbehs re weke mînak werin nîşandan. Ev plan, rêya kontrolkirina dîaspora Kurd a li Ewropayê û kiryarên siyasî bû. Herî zêde jî ‘’zexta PKK’ê’’ li welatan kir.
Her wiha endamtiya NATO’yê derfeta ku Tirkiye êrîşên xwe di bin navê ‘’weke endamê NATO’yê têkoşîna li dijî terorê’’ de nîşan bide, da Tirkiyeyê. Bi vî awayî nerazîbûnên navneteweyî yên li hemberî hemû komkujî û sûcên ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser Kurdan hatine kirin, hatin bêdengkirin. Êrîşên li ser Rojava yek ji şênbertirîn mînaka vê yekê ye.