NATO li dijî gelên li Tirkiyeyê tê bikaranîn

Tirkiye ji bo ku li hundirê welat rê li ber muxalîfan bigire û wan tepisîne, di nav NATO’yê de dimîne. Ji ber vê yekê, NATO li dijî gelên Tirkiyeyê wekî amûreke şer tê bikaranîn.

Civîna Bilind a NATO’yê dê li Tirkiyeyê were lidarxistin. Ev civîn di demeke wiha de çêdibe ku li Rojhilata Navîn şer û têkoşîna siyasî gelekî germ e. Ji ber vê yekê, civîna li Tirkiyeyê balê dikişîne. Alîgirên hikûmetê dibêjin ku ev yek nîşana girîngiya Tirkiyeyê ye.

Tirkiye ji bo ku bikeve nav NATO’yê tevlî şerê Koreyê bibû. Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin. Bedela ketina NATO’yê ev bû. Tirkiye bi ketina nava NATO’yê re, li başûrê Sovyetê û li Rojhilata Navîn bû jandarmayê NATO’yê. Dema ku Tirkiye ket nava NATO’yê gefa Sovyetê wekî hincet nîşan dan û gelê Tirkiyeyê bi vê hincetê qanî kirin. Lê sedema bingehîn ne ev bû; Tirkiyeyê xwest ku ji bo polîtîkayên xwe yên li ser Kurdan, piştgiriya dewletên Rojavayî bigire. Ji ber vê sedemê, Tirkiye bû welatê yekem ku li Rojhilata Navîn Îsraîlê nas kir. Bi rêya têkiliyên bi Îsraîlê re, piştgiriya DYE û Ewropayê ji bo polîtîkayên xwe girt û ev armanca xwe bi cih anî.

Ev eşkere ye ku di civîna Enqereyê de dê hinek wezîfe û rolên nû bidin Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê her tim behsa tiştên ku dê bigirin dikin, lê nabêjin ka dê çi bidin û dê di kîjan babetî de girêdayîbûna wan zêdetir bibe. Taybetmendiya herî mezin a desthilatdariya li Tirkiyeyê ew e ku gel bixapîne. Di tu mijarî de rastiyê ji gel re nabêjin. Civakê bi rêya çapemenî û her cure amûran dixapînin. Ji ber vê yekê, dewleta Tirkiyeyê di heman demê de dezgeheke wiha ye ku li dijî gelê xwe şerekî taybet dimeşîne.

Tirkiye, bi taybetî piştî "Peymanên Îbrahîmî"di warê stratejîk de gelekî qels bû. Sedema ku di salên borî de desthilatdariyê her tim behsa ‘girêka man û nemanê’ dikir, ev qelsbûn bû. Ji dema Osmaniyan ve dewleta Tirk polîtîkayên xwe li ser girîngiya xwe ya stratejîk ava dikir. Bi vê girîngiyê re hêza leşkerî, siyasî û aborî qezanç dikir. Hevpeymaniya bi Îsraîlê re jî ev hêza Tirkiyeyê zêdetir dikir. Lê Peymanên Îbrahîmî derb li vê polîtîkayê xist. Tirkiyeya ku ket xetereyê, ji bo ku girîngiya xwe ya stratejîk dîsa zêde bike, dest pê kir ku xwe hîn bêtir bi DYE ve girê bide.

Tirkiyeyê li Sûriyeyê polîtîkayên xwe li gorî daxwazên Emerîkayê meşandin. Di şerê navbera Îsraîl û Îranê de, her çend di xuyabûnê de li dijî Îsraîlê nîqaşên tûj bike jî, di rastiyê de li gorî polîtîkaya DYE ya li ser Îranê tevgeriya. Tirkiyeyê bi daxuyaniyên dijwar ên li dijî Îsraîlê xwest vê rûyê xwe veşêre. Bi rêya DYE re hewl da ku bi Îsraîlê re li hev bike. Jixwe DYE jî bi gotina "Em nahêlin ku Îsraîl û Tirkiye şer bikin" bersiv da vê hewldana Tirkiyeyê.

Fikara herî mezin a Tirkiyeyê her tim Kurd bûn. Bi taybetî di 50 salên dawî de Kurd bi têkoşîna xwe, li Tirkiyeyê û welatên din bûne aktoreke girîng. Ev yek jî Tirkiyeyê ditirsîne. Ji bo ku Kurdan di bin serweriya xwe ya klasîk de bihêle, Tirkiye li derve li piştgiriyê digere. Di têkiliyên xwe yên bi DYE û NATO’yê re, ev armanc di rêza yekem de ye. Tirkiye ji bo ku li hundirê welat rê li ber muxalîfan bigire û wan tepisîne, di nav NATO’yê de dimîne. Ji ber vê yekê, NATO li dijî gelên li Tirkiyeyê wekî amûreke şer tê bikaranîn. Armanca welatên din ên NATO’yê cuda ye; ew piranî ji bo ewlehiya xwe ya derve an jî ji bo ku di polîtîkaya derve de bihêz bibin di nav vê saziyê de ne. Lê ji bo dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê, NATO amûrek e ku pêşî Kurdan û dûre jî hemû mûxalîfên din tepisînin. Bê guman, armanca wan a parastina girîngiya xwe ya leşkerî û siyasî li Rojhilata Navîn jî heye, ku ev yek jî bi hêza wan a li hundirê welat ve girêdayî ye.

Tifaqa AKP-MHP’ê dixwaze têkiliyên xwe yên bi NATO’yê re derxe asteke nûtir. Armanca wan ew e ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd piştgiriyê bigirin. Nîqaşên li ser sererastkirina qanûnê ku biryara wê hiştine piştî civîna NATO’yê, bi vê herikînê ve girêdayî ye. Tirkiye dê polîtîkayên xwe yên siberojê li gorî wê piştgiriya ku ji NATO’yê digire diyar bike. Heke piştgiriya ku dixwazin bistînin, li şûna ku gavan ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd bavêjin, dibe ku polîtîkayeke nû ya şer bidin destpêkirin. Jixwe, heke ji bo zextên li ser Kurdan piştgiriya navdewletî bigirin, ev yek tê wê wateyê ku dê zextên li ser hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî zêdetir bibin.

Di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, hikûmet niha polîtîkayeke wisa dimeşîne ku tenê demê qezanç bike û gel bixapîne. Tevî ku li Îmraliyê tu lihevkirin tune ye jî, wekî ku lihevkirin heye nîşan didin û civakê dixapînin. Lê belê, li ser wê projeya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye pêşkêşkirin, hê jî tu lihevkirin çênebûye. Dewleta Tirk hewl dide ku projeya xwe ferz bike. Wekî ku DEM Partiyê jî diyar kiriye, ev mehek û nîv e ku tu şandeyek neçûye Îmraliyê. Ji ber vê yekê, hem nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin û hem jî daxuyaniyên Numan Kurtulmuş tenê ji bo demborandinê ne. Jixwe, nivîsa dawî ya Mehmet Uçum jî bi zelalî nîşan dide ku tu lihevkirin û lihevhatinek di navberê de tune ye.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşamê