Protestokirina NATO'yê: Gelek kes hatin binçavkirin
Civîna bilind a NATO'ê li Kûrtûlûş Parkê hate şermezarkirin. Polîsan êriş birin ser xwepêşandêran û gelek kes binçav kirin.
Civîna bilind a NATO'ê li Kûrtûlûş Parkê hate şermezarkirin. Polîsan êriş birin ser xwepêşandêran û gelek kes binçav kirin.
Ji bo şermezarkirina Civîna Bilind a Serokên Hikumet û Dewletan ên NATO'yê ya li Enqereyê, Koordînasyona "Na ji NATO'yê re" bang kir ku li Kûrtûlûş Parkê çalakî bê lidarxistin. Li ser bangê gelek rêxistin ber bi Kûrtûlûş Parkê ve meşiyan. Girseya gel xwest daxuyaniyê bide çapameniyê yê lê belê li êrişa polîsan rast hat.
Di çalakiyê de ji Komîteyên Ciwanan, Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) û Kolektîfa Xwendekaran gelek kes hatin binçavkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk, Kezban Konûkçû, Perîhan Koca, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, parlamenterên EMEP'ê Sevda Karaca û Îskender Bayhan di bin dorpêça polîsan de man.
Parlamentera Îzmîrê ya DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk nerazîbûn nîşanî rewşê da û got, "Hûn leşkerên Îsraîl û Emerîkayê ne, em gel in."
Her wiha nûçegihanên ku bûyer dişopandin hatin astengkirin û dorpêçkirin.