Li Şamê di teqînê de 18 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku li Şamê di 2 teqînan de 4 jê polîs 18 kes birîndar bûn. Wezareat Karên Hundir a hikumeta demkî diyar kir ku teqînê bandor li herêma ku Serokkomarê Fransayê lê bû nekiriye.

Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî teqînên li Şamê rû dane, daxuyaniyek weşand. 

Wezaretê diyar kir ku di teqînên nêzî avahiya Wezareta Turîzmê de 4 jê polîs, 18 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya wezaretê de ku ji aliyê SANA‘yê ve hatiye weşandin, hate gotin: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema operasyona xwe ya meydanî pêk dianî, 2 teqemenî dîtin. Yekîneyên pispor jî tedbîrên pêwîst ên bêbandorkirinê dabûn destpêkirin. Lê di dema amadekariya operasyonê de teqemenî teqiyan. Her du teqîn li nêzî avahiya Wezareta Turîzmê pêk hatin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina silametiya sivîlan dora cihên bûyerê dorpêç kirine. Yekîneyên pispor jî xebatên lêgerîn û ewlekirinê didomînin."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Li gorî encamên lêkolînên destpêkê, her du teqemenî bi rengekî kevin hatine çêkirin. Ya yekem li kêleka rê di hundirê wesayîtekê de hatibû bicihkirin. Ya duyemîn jî di nav konteynireke çopê de hatibû danîn. Ji bo aşkerekirina  êrişê û diyarkirina nasnameya berpirsan lêkolîn dewam dike."

Wezaretê her wiha ragihand ku cihê teqînê li derveyî çarçoveya devera ewlekarî ya ji bo serokkomarê Fransayê bûye û tu metirsiyeke rasterast li ser cih û bernameya serdana fermî nîn e.