Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini têkildarî tecrîda li Îmraliyê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF'ê re axivî.
Destpêkê işaret bi tecrîda li Îmraliyê kir û got, "Bêguman ev yek di nava demokrasiyên temsîlî û sîstemên paramîlîter ên homojenkirî de ji bo cezakirina berxwedana rexnekirina otorîteriya dewletê yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî şênber û giran e. Maf, gelek caran dema ku zor neda desthilatdariyê têne naskirin; gelek mînakên vê li cîhanê hene.
Lê belê bi taybetî li Kurdistanê ji bo dewamkirina mekanîzmayên kontrolê yên hêzên serwer, me dît ku gelek mesele vediguherin şerê etnîkî, neteweyî yan jî olî. Lê em zanin bê gel çawa bi hev re dikarin bijîn, çawa bi hev re heman qadê parve dikin û hurmetê nîşanî hev didin. Lê belê ev mijar ji bo kontrolkirinê û parçekirina gelan her tim ji aliyê hêzên serwer ve weke amûrekê têne bikaranîn.
Ji bo civakên pir netewe, pir ziman û pir etnîkî pêşniyara herî guncaw ji aliyê hêzên Kurd ve hate kirin. Ev konsepta ku ji aliyê Ocalan ve hate pêşkêşkirin, ji bo derketina ji şerekî demdirêj rêyeke gengaz nîşan da. Mifteya çareseriyê jî ev model e ku li herêmên cuda yên Kurdistanê ketiye meriyetê. Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorîk û karîzmaya ku karibe vê pêvajoyê bimeşîne Ocalan e.
Lewma ragirtina wî, tecrîdkirina wî hewldanek ji bo têkbirina çareseriyê û bêqîmetkirina Tevgerê li qada navneteweyî ye. Dema ku we yek tecrîd kir, ji bo kesên ku bi mijarê nizane bivê nevê têgihiştineke bi vî rengî diafirîne, 'Eger girtî be, teqez tiştekî şaş kiriye'. Îmaja ku ji derve re tê dayin ev e.
Bi dîtina min ev tecrîd xizmetê ji çend armancan re dike. Ya yekemîn, astengkirina nîqaşeke cemaweriyê ya berfireh a hêzên siyasî ye. Ji ber ku ji bo nîqaşeke bi vî rengî divê Ocalan xwedî derfeta tevlîbûnê be. Ji derdorên cuda mirov li hev kom dibin û diaxivin; şer jî bi vî rengî çareser dibe. Eger hûn destûrê nadin vê, wê demê hûn çareseriyê naxwazin.
Ya duyemîn jî Tevgera Kurd û daxwazên Kurdan li qada navneteweyî bêqîmet dike. Di medyayê de em timî îdîayên bêbingeh ên bi rengê 'Hêzên Kurd wê niha li nava refên filan hêzê şer bike'. Tevger jî neçar dimîne ku bibêje, 'Em xizmetkarê kesî nîne'.
Bi dîtina min divê ev yek bi rengekî eşkere bê destnîşankirin: Eger hûn aştiyê dixwazin, eger hûn çareseriyekê dixwazin, wê demê divê hûn bikin ku Ocalan bibe parçeyekî muzakereyê. Ocalan dengê tevgerekê ye ku ne li pey bidestxistina serweriyê ye, berevajî vê yekê di nava lêgerîna modeleke ji civaka demomkratîk e ku li herêmê gelên cuda di çarçoveya hurmetê de bi hev re di nav de bijîn."
'DEMOKRASÎ JI BO KARIBE DEMOKRATÎK BIBE DIVÊ LI HER CIHÎ CUDA BE'
Dario Azzelini di dewama axaftina xwe de anî ziman ku têgeha konfederalîzma demokratîk ji bo civakeke hîn demokratîk parçeyek ji nêzîkatiyên cuda yên di asta navneteweyî de ye û got, "Civaka demokratîk tê wê wateyê ku mirovên ji hin biryaran bi bandor dibin, wan biryaran bi xwe werbigirin. Ev jî tê wê wateyê ku karker li ser pêvajoya hilberînê, civak (komîn9 jî li ser daxwaza xwe ya hilberîn û pêwîstiya xwe karibin yekser biryarê bidin. Demokrasî ew e ku biryaran bigihînin cihê wan mirovan ku ji vê yekê bi bandor dibin. Ya ku em di nava konfederalîzma demokratîk û bi taybetî jî li nava konsey, meclîsên jinan û derdorên cuda yên li Rojava de dibînin, ev e.
Bi dîtina min, şaşitiya herî mezin a demokrasiya lîberal û cîhana Rojava ew e ku dibêje, demokrasî xwedî şablomeke gerdûnî ıye û divê li her cihî weke hev be. Ev bi temamî şaş e. Demokrasî ji bo karibe demokratîk be mecbûr e ku li her cihî cuda be; ji ber ku avaniya her coografyayê cuda ye. Lewma divê li gorî rewşê guncaw be û yekser ji alilyê gel ve bê avakirin."
'DIVÊ EM DESTÛRÊ NEDIN KU HÊZÊN SERWER ME PARÇE BIKIN'
Di dawiya axaftina xwe de Dr. Dario Azzelini got, "Gelekî girîng e ku di nava mirovên ku ketine bin bandora şer, bombardûman û dagirkeriyê helwesteke şênber a piştevaniyê biafirînin. Divê em destûrê nedin ku hêzên serwer me bi rojevên sûnî parçe bikin. Li dijî şer û dagirkeriyê ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan em neçar in ku xeteke têkoşînê ya hevpar a xurt û global ava bikin. Ne bi vî rengî be wê paşeroja mirovahiyê tarî be."