Cenazeyê Gurkan Turkoglu hat veşartin
Gurkan Turkoglu ê ku bi daxwaza girtina girtîgehên “tîpa bîrê” 268 roj di greva birçîbûnê de ma û jiyana xwe ji dest da, li Erzînganê hate veşartin.
Gurkan Turkoglu ê ku bi daxwaza girtina girtîgehên “tîpa bîrê” 268 roj di greva birçîbûnê de ma û jiyana xwe ji dest da, li Erzînganê hate veşartin.
Cenazeyê Gurkan Turkoglu ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê bi daxwaza girtina girtîgehên “tîpa bîrê” 268 roj di greva birçîbûnê de ma û piştre jiyana xwe ji dest da, birin warê wî Erzînganê.
Cenazeyê Gurkan Turkoglu tevî astengiyan jî piştî merasîma cenazeyê ya li Cemxaneya Yalincakê ya navçeya Çaglayan a Erzînganê, birin goristana Çaglayanê.
Xizmên Turkoglu, Parlamentera DEM Partî ya Dersimê Ayten Kordu û gelek kes tevlî merasîma cenazeyê bûn.
Cenazeyê Turkogli piştî merasîmê hate veşartin.
