Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

Li Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê di 15’ê Tîrmehê de konferansa bi sernavê “Jenosîd û Enternasyona Demokratîk” tê lidarxistin.

Di bin siya şopên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de Meclîsa Gel a Şengalê li ser bingeha nîqaşkirina siberoja civaka Êzidî, çareserkirina bandorên kûr ên jenosîdê û avakirina nexşerêya entegrasyona demokratîk konferansekê lidar dixe. Ev konferansa ku bi sernavê "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" hatiye diyarkirin, di 15’ê Tîrmeha 2026’an saet 08:30’an de li navenda Meclîsa Gel a Şengalê (Geliyê Kersê) wê pêk were.

Ev konferansa girîng ku yek ji biryarên Kongreya 6’an a Meclîsa Gel a Şengalê ye, bi pêşengiya Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê tê lidarxistin. Konferans wekî gaveke siyasî û civakî ya dîrokî tê dîtin ku armanc dike bandorên kûr ên jenosîda 2014’an a ku hêj di bîra civakê de zindî ne û birînên wê didomin, bi awayekî zanistî û civakî binirxîne.

Meclîsa Gel a Şengalê bi zelalkirina nexşerêya entegrasyona demokratîk re nîşan dide ku ew li rêbazên çareseriya mayînde digerin da ku mafên bingehîn ên civakê misoger bikin û zemîneke saxlem ji bo jiyana azad û xweser a Êzidiyan li ser axa bav û kalan ava bikin.

Bi vê bangewaziya ji bo beşdariyê, Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê balê dikişîne ser girîngiya hevgirtina civakî û xwedîderketina li çarenûsa hevpar, ku ev yek wê bibe bingehek ji bo avakirina mekanîzmayên nû yên parastina mafan û bihêzkirina statuya civakê di çarçoveya entegrasyona demokratîk de.