Partiyên siyasî NATO şermezar kirin

Koordînasyona Na ji NATO'yê re NATO şermezar kir. Gelek kes hatin binçavkirin.

Bi banga Koordînasyona Na ji NATO'yê re ji bo şermezarkirina civîna bilind a NATO'yê girseya gel xwest ber bi Kûrtûlûş Parkê ve bimeşe, lê belê di encama êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin. Parlamenterên DEM Partî, Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) ên xwestin ber bi Parkê ve bimeşin hatin dorpêçkirin û astengkirin. Li ser vê yekê li pêşiya Postaaneya Ahmetler a li nêzî Kûrtûlûş Parkê daxuyaniyek hate dayin.

Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş got, "Em nikarin xwe li wê yekê rabigirin ku yên li Fîlîstînê zarokan qetil dikin, li Îranê bombeyan li zarok û gel dibarînin li Tirkiyeyê weke qehremanan bêne pêşwazîkirin."

Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca anî ziman ku Enqere veguheriye girtîgeheke sergirtî ye.

Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca jî got, "Îro li vê derê li dijî rêxistina herî mezin a sûc, li dijî rêxistina terorê ji bo derfetên komareke demokratîk, azadî, wekhevî û serxwebûnê em li hev kom bûn. Dibe ku ew li qada destûrê ya Trump rewatiya xwe werbigirin. Lê belê em weke xwediyên rasteqîn ên vî welatî, em ê nehêlin ku welatê me ji bo NATO'yê bibe bexçeyekî bê sitirî."

Şaxê Enqereyê yê Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî binçavkirinê da û diyar kir ku 22 xwendekarên ji Partiya Karker a Tirkiyeyê hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku parêzer Dondu Kûrşûnoglû, Ece Unsal, Şevval Sari û Seroka Giştî ya Halkevlerî parêzer Sevînç Hocaoglûllari jî hatin binçavkirin.