Li Edeneyê di 4-5'ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 14 kes hatin binçavkirin.
Piştî karên li emniyetê 9 kes hatin berdan, têkildarî 4 kesan biryara ragirtina li malê hate dayin. Kesek jî sewqî edliyeyê hate kirin.
Li Hatayê 10 kesên 4'ê Tîrmehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin radestî edliyeyê hatin kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê 10 kes bi şertê kontrola edlî ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan.
Li Antalyayê 5'ê Tîrmehê di serdegirtina malan de 25 kes hatin binçavkirin.
Ji 25 binçavkiriyan 2 kes hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Têkildarî 4 kesan biryara ragirtina li malê hate dayin û 19 kes hatin berdan.
Li navçeya Yenîşehîr a Mersînê endamên Halkevlerî xwestin li ber avahiya Serokatiya Navçeyê ya Yenîşehîr a AKP'ê pankarta bi nivîsa "Li dijî NATO'yê" vekin.
Beriya çalakiyê polîsan dor li qadê girtin û destûr nedan ku pankar bê vekirin. Her wiha 4 endamên Halkevlerî binçav kirin.
Karên li emniyetê yên 4 kesên binçavkirî dewam dike.
Li Stenbolê di serdegirtina malan de 45 kes hatin binçavkirin û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" radestî Edliyeya Stenbolê hate kirin. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê Seroka Şaxê ÇHD Ezgî Onalan û endamê ÇHD'ê Yûnûsemre Işik jî di nav de biryara girtina 37 kesan da û 18 kes bi şertê kontrola edlî berda.