Ji Îranê êşkenceya hucreyê û astengiya hevdîtinan a li hemberî girtiyên Kurd

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku birayên ji Merîwanê Selam Behramî û Serwer Behramî 2 meh in li Girtîgeha Dîzilawa ya Kirmaşanê li hucreya yek kesî têne ragirtin û destûra hevdîtinê ji wan re nayê dayin.

Li gor agahiyên ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê parve kirin,  her du birayên bi navên Selam Behramî û Serwer Behramî yên xelke Merîwanê ne, ev nêzî du meh in di hucreya yek kesî ya li girtîgeha Dîzilawa ya Kirmaşanê de tên ragirtin. Her wiha rê nayê dayîn hevdîtin û peywendiya telefonê li gel malbat û parêzeran de çêkin.

Li gorî heman agahiyan, her du bira 30’yê Adara 2026’an li ser rêya Riwanser-Kirmaşan ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve bi hinceta ‘alîkariya bi partiyek Kurdî’ re ew binçav kirin.

Her wiha hatiye diyarkirin welatiyê bi navê Siruş Kerîmî yê xelkê Kirmaşan ku di 8’ê Çileya 2026’an de di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin, ji wê demê ve di jora take kesî ya girtîgeha Dîzilawa de tê ragirtin. Hate gotin ku ji aliyê dozgeriya giştî ya Kirmaşanê ve bi tometa ‘Muharebe’  tê sucdarkirin. Lê heta niha jî mafê hevdîtina malbatî û wergirtina parêzer jêre nehatiye dayîn.

Li gor agahiyên rêxistina mafên mirovan dane, du welatiyên Kurd ên bi navên Ebubekir Yusifî û Yunis Musapur yên xelkê bajaroka Nelas a ser bi Serdeşê ne, berî 4 rojan hatine binçavkirin û ji go girtîgeha Urmiyê hatine veguhestin. Hate gotin ku ji wê deme ve ti agahiyek li ser rewşa wan nayê zanîn.

Hate diyarkirin ku hêzên Îtlaeta Îranê bêy ku belgeyek yasayî nîşandin, bi ser mala welatiyê bi navê Serdar Ustad û Mistefa Îbrahîmî yên xelkê Mihabadê ne de girtine û ew ji bo cihek nediyar birine. Hate gotin ku tevî hemû hewldanên malbatan, lê ti agahiyek di derbarê çarenûsa wan de bi malbatê re nehatiye parvekirin.