Girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya 34 salî ya ji Mehabadê ku nexweşa pençeşêra pêsîra ye, piştî 91 rojan bi dayîna kefaleta 15 milyar tûmen bi awayekî demkî hate berdan.
Şilêr Mam Qadrî ya beriya were girtin, debara dayîk û malbata xwe dikir, bi kefaleta 15 milyar Tûmen bi awayekî demkî hate berdan. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, Şilêr Mam Qadrî ku di 9’ê Adarê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin, di dema girtina xwe de rastî êşkenceyên giran ên fîzîkî û derûnî hatiye.
Li gorî raporan, Şilêr Mam Qadrî di dawiya meha Gulanê de ji ber di lêpirsînê de pir êşkence lê hatiye kirin lewra hestiyên wê şkestine û xwûnjêçûna hûndirîn derbas kiriye. Ji ber xirabûna rewşa xwe ya tenduristiyê, di bin ewlehiya giran de ji bo emeliyate sewqî navendek bijîşkî hate kirin.
Parêzvanên mafên mirovan, bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Şilêr Mam Qadrî û diyar kirin ku girtina wê ya berdewam a bêyî lênêrîna bijîşkî ya têrker, wê ji bo jiyana wê bibe sedema xetereyek cidî.
Şilêr Mam Qadrî, bi kefaleta 15 milyar tûmen bi awayekî demkî hate berdan, lêbelê pêvajoya qanûnî ya der barê wê de hêj didome. Ew ê heta roja dadgehê li derveyî girtîgehê bimîne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêj jî der barê Şilêr Mam Qadrî de tu biryareke teqezbûyî an jî dadgehê nîne.
Doza Şilêr Mam Qadrî fikarên li ser rewşa girtiyên nexweş û gihîştina wan a xizmetên tenduristiyê jî nû ve anî rojevê. Rêxistinên mafên mirovan, der barê girtina mirovên xwedî nexweşiyên giran a bêyî dermankirin û lênêrîna bijîşkî ya têrker, wê bibe sedema encamên cidî ya li ser tenduristî û jiyana wan de hişyariyan didin.