Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

Hikumeta Hollandayê ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan û xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya zayendîperestiyê, pêşnûme qanûnek pêşkêş kir ku tundiya psîkolojîk û helwestên kontrola bi zorê sûc dibîne.

Hikumeta Hollandayê di têkoşîna li dijî tundiya li nava malbatê û kuştina jinan de pêşnûme qanûneke nû amade kir. Pêşnûme tundiya psîkolojîk û helwlestên zexta bi rêk û pêk a ku weke 'kontrola bi zorê' têne pênasekirin, di çarçoveya Qanûna Ceza de dinirxîne.

Wezîrê Edalet û Ewlekariyê David van Weel anî ziman ku tundiya psîkolojîk encamên cidî li mexdûran dike, lê belê di nava sîstema hiqûqê ya heyî de timî nayê cezakirin. Van Weel ragihand ku kontrola bi zorê jî gelek caran dibe parçeyek ji pêvajoya ber bi tundiya fîzîkî û kuştina jinan.

Li gorî pênaseya hikumetê, kontrola bi zorê tê wateya biçûkxistina mirov, tirsandin û bi rêya astengkirina azadiyê hewldana ferzkirina serweriyê. Guhertina nû li hemberî helwestê bi rêk û pêk e ku xwe dubare dike.

Di çarçoveya pêşnûmeyê de kuştina jinan a di bin siya kiryara xerab a demdirêj û tundiya li nava malbatê de dadger wê karibin cezayên hîn girantir bibirin.

Pêşnûme qanûn beriya nirxandinên li parlamentê pêşkêşî pêvajoya şêwirmendiya raya giştî ya ji deh hefteyan hate kirin.