JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

JINNEWS’ê diyar kir ku di meha Hezîranê de 29 jin hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarok bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, tundiya mêran her diçe zêde dibe. Hema hema her roj jinek tê qetilkirin û bûyerên tundiyê yên ku nakevin ber qeydan jî nezelaliya xwe diparêze. Feshkirina Peymana Stenbolê, pêknehatina qanûna hejmara 6284'an mêran diparêze û jinan jî ji jiyanê dike. Mirinên bi guman ên jinan berdewam dikin û li aliyekî jî dosayên ku hatine vekirin li benda lêkolînê ne. Têkoşîna jinan a ji bo jiyan û mafên xwe jî didome.

Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine dîtin kom kiriye, di meha hezîranê de 29 jin hatine qetilkirin 14 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta dest jê berdane de, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, 9 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, jinek ji aliyê cîranê xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê ku berê pê heval bû, sê jin ji aliyê mêrên nasnameya wan nehatiye aşkerakirin, du jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 2 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê nasê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê ku dixwest jê veqete, jinek ji aliyê destgirtiyê xwe ve û 2 jin ji aliyê bavê xwe ve hatin qetilkirin.

Li Xarpetê 1, li Bursayê 3, li Konyayê 2, li Rihayê 2, li Denizliyê 1, li Gumuşhaneyê 1, li Muglayê 1, li Aydinê 1, li Îzmîrê 1, li Manîsayê 2, li Colemêrgê 3, li Antalyayê 1, li  Mêrdînê 1, li Meletiyê 3, li Stenbolê 1, li Hatayê 1, li Enqereyê 1, li Orduyê 1, li Erzînganê  1, li  Dîlokê jinek hat qetilkirin.