Li nava NATO'yê rageşiya 'DYE-Îranê'
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de rageşî dewam dike. Sekreterê Giştî yê NATO'yê, Kûweyt û Hollandayê li ser mijarê daxuyanî dan.
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de rageşî dewam dike. Sekreterê Giştî yê NATO'yê, Kûweyt û Hollandayê li ser mijarê daxuyanî dan.
Rageşî û tengezariya navbera DYE û Îranê jinûve destpê kir. DYE'yê li 80 nuqteyên li Îranê xist. Îranê jî ragihand ku li Kûweyt û Bahreynê li 85 nuqteyên leşkerî yên DYE'yê xistiye. Piştî êrişan Kûweytê işaret bi "xeta sor" kir, Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte jî daxuyanî da.
Serokê Parlamenta Îranê Muhammed Bakir Galibaf anî ziman ku DYE'yê "bi rengekî cidî" mutabaqata bi Îranê re îmze kiriye binpê kir û got, "Dema zordarî û şantajê bi dawî bû. Em ê jê neqerin."
Wezareta Karên Derve ya Kûweytê bi daxuyaiyekê êrişên Îranê şermezar kir û diyar kir ku êriş li ser aramî, ewlehî û serweriya welêt gefeke yekser e. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ewlehî, serwerî û ewlehiya welatiyên Kûweytê "xeta sor e" ku nabe bê binpêkirin.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte jî li Civîna Bilind a NATO'yê ku li Tirkiyeyê dewam dike, daxuyaniyek da û got, di hevdîtinên li Enqereyê de wê jinûve piştrast bikin bê Tengava Hurmzuê bi temamî li trafîka keştiyan a navneteweyî vekirî bihêlin. Rutte îdîa kir ku êrişên leşkerî yên DYE'yê yên dema dawî yên li hemberî Îranê, ji ber êrişên zêde yên li ser keştiyên bazirganiyê "teqez pêwîstî" bû.
Serokwezîrê Hollandayê Rob Jetten jî beriya civîna bilind daxuyanî da rojnamevanan û ji binpêkirina agirbestê Îran berpirsyar nîşan da. Rob Jetten diyar kir ku girîng e bê nîşandan ku binpêkirina agirbesta "hesas" a li Rojhilata Navîn ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin.