Trump: Bi dîtina min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump got, "Bi dîtina min, agirbesta bi Îranê re bi dawî bû. Muzakere dikare dewam bike, ne xema min e."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump got, "Bi dîtina min, agirbesta bi Îranê re bi dawî bû. Muzakere dikare dewam bike, ne xema min e."
Serokê DYE'yê Donald Trump li civîna bilind a NATO'yê ya li Enqereyê axivî û li gel Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte li Qesra Serokkomariyê civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xist.
Trump işaret bi bûyerên dawî yên navbera DYE û Îranê kir û diyar kir ku metna mutabaqatê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re "qediya" ye. Her wiha ragihand ku ew naxwaze hevdîtinê bi Tehranê re bike.
Serokê DYE'yê Donald Trump got, "Agirbesta bi Îranê re bi dîtina min bi dawî bû. Muzakere dikare dewam bike, ne xema min e. Bi dîtina min ew derewîn e."