Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdan birî

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li 5 Kurdên li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê birî.

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkere kir ku di rojên bihurî de cezayê girtîgehê li 5 xwepêşandêran hate birîn û hatin girtin.

Têkildarî nasnameya kesên ceza lê hatine birîn jî ev agahî hatin parvekirin;

Kerîm Mesûdî Kurd e, xelkê Urmiyeyê ye û ji aliyê Şaxa 3 a Dadgeha Şoreşê ya Îslamî ya li Urmiyê ve, bi tometa ‘hewldana ji bo têkdana ewlehiya netewî’ cezayê du salan yê girtîgehê lê hat birîn.

Behzad Semedzade Kurd e û xelkê Urmiyê ye, ji aliyê Şaxa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Îslamê ya Urmiyê ve bi tometa ‘hewldana ji bo têkdana ewlehiya netewî’ cezayê du salan yê girtîgehê lê hat birîn.

Ferşad Sorî Kurd e û xelkê Urmiyê ye, ji aliyê Şaxa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Îslamê ya Urmiyê ve bi tometa ‘hewldana ji bo têkdana ewlehiya netewî’ cezayê 9 mehan yê girtîgehê lê hat birîn.

Xulamreza Ebdulazade û Serdar Purmîranî Kurd in, xelkê Urmiyê ne, li yek ji dadgehên şoreşê ya Îslamî ya Ûrmiyê bi tometa ‘Hewldana ji bo têkdana ewlehiya netewî’ hatin dadgehkirin. Li Xulamreza Ebulazade cezayê salek girtîgehê û li Serdar Purmîranî jî cezayê du salan yê girtîgehê hat birîn.

Li aliyê din hat ragihandin berî çar rojan werzişvanê Kurd yê bi navê Hemîd Mihemedzade yê xelkê parêzgeha Xoresana Bakur, ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hat binçavkirin. Ji wê demê ve çarenûsa wî nediyare û ti agahiyek li ser nehatiye bidestxistin.