ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Dibe ku Tirkiye bixwaze di civîna NATO'yê de piştgiriyê ji hêzên derve bigire û careke din serweriyê li ser Kurdan bike. Lê belê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ne hêsan e ku weke berê Kurd bêne fedakirin.
Eren Keskîn destnîşan kir ku divê mercên jiyanê û kar ên azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, "Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re ya kesekî ku weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ye."
Hiqûqnasên ku 11'ê Tîrmeha 2025'an li Silêmaniyeyê şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin, anîn ziman ku li gel her tiştî jî ew bi hêvî ne û qanûna çarçoveyê ya ku nîqaş li ser tê kirin divê hemû koman bigire nava xwe.
Nîdal Hawarî diyar kir ku pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê ji çareseriya siyasî wêdetir bi hevsengiyên hêzê diyar dibe û got, paşeroja Kurd, Elewî, Durzî û civakên din yekser bandorê li bûyerên li herêmê dike.
Tirkiye li Latîn Emerîkayê ku rastgiriya tund lê xurt bûye, ji Arjantînê heta bi Şîliyê, ji El Salvedorê heta bi Brezîlyayê li xeteke berfireh bi peymanên leşkerî, enerjî û bazirganiya serbest bandor û hêza xwe zêde dike.