Dîmenê ‘Denîz ê Mirî' hat astengkirin
Dîmenê komedyen Denîz Goktaş ê bi navê "Olu Denîz - Denîz ê Mirî” hat astengkirin.
Dîmenê komedyen Denîz Goktaş ê bi navê "Olu Denîz - Denîz ê Mirî” hat astengkirin.
Li gorî agahiyên Komeleya Azadiya Îfadeyê, dîmenê komedyen Denîz Goktaş ê bi navê “Olu Denîz - Denîz ê Mirî" ku bi qasî 12.5 mîlyon carî li ser YouTube hat temaşekirin, hat astengkirin. Dîmen hîn jî hêla YouTube ve li Tirkiyeyê nehatiye astengkirin.
Berê jî hin beşên stand-up a Denîz Goktaş li ser X’ê hatibûn parvekirin. Ev parvekirin bi hinceta "ewlehiya neteweyî" û "parastina sazûmaniya cemaweriyê” hatibû astengkirin û li Tirkiyeyê nedihat dîtin.